Di encama êrişên hewayî yên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de rojnamevanekî din mir.
Li gor nûçeya ajansa WAFAyê ya Filistînê balafirên şer yên Îsraîlê li herêma El-Zevaydeya Xezeyê malek bombebaran kir û di encamê de rojnameger Dua Şeref û keça wê mir. Radyoya Dengê Aksayê ragihand ku Rojnameger Dua Şeref di saziya wan de wek pêşkêşvana bernameyê kar dike.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku heta 25ê Çiriya Pêşiyê di êrişan de herî kêm 24 rojnameger mirine.
Li gorî daxuyaniya CPJê, ji rojnamegerên ku mirine jê 20 Filistînî, 3 Îsraîlî û yek jî Lubnanî ye.
Her wiha 8 rojnameger birîndar bûn û 3 rojnameger jî winda ne an jî hatin desteserkirin.
CPJê navên rojnamegerên ku mirine û saziyên ku têde kar karkirine aşkere kir
(AS/AY)