Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, ji bo lêpirsînê derbarê Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûlûyî de veke, destûr ji Wezareta Dadê xwest.
Li gorî nûçeya AAyê, Serdozgeriyê daxuyaniyek weşand û got ku Ofîsa Parlamenteran a Serdozgeriyê lêpirsîn derbarê Parlamenterê Serdema 28an Mûstafa Sezgîn Tanrikûlûyî de daye destpê kirin û ji bo destûrê bide, daxwaz ji Wezareta Dadê kiriye. Serdozgeriyê bi tohmeta ku “rêxistina polîsan û leşkeran a dewletê bi rengekî aşkere biçûk xistiye” lêpirsîn daye destpêkirin.
Çi bûbû?
Tanrikûlû di 8ê Îlonê de beşdarî bernameya kanala TV100ê bûbû û gotibû:
“Hemû tiştên ku TSKyê kirine, ji rexneyê ne berî ye. Em parlamenter in, em pirsa van tiştan dikin. Ma ne TSK bû ku di 12ê Îlonê de derbe kir? Ev ne rast e ya di 15ê Tîrmehê de hewl da derbeyê bike, gundan bişewitîne… Dozên ku ez dişopînim hene. Ma ne TSK ye ku 15 gundî ji helîkopterê avêt? Bi biryara DMMEyê pesend bû… Em bi çavekî rexnegir li mijaran dinerin. Em dipirsin, em dipirsin bê ka rast e yan na, ji bo şik û gûman ji ser TSKyê rabin, em vê dipirsin. Ger di 40 salan de hemû tişt rast bikirana, Tirkiye wê ne di vê rewşe de bûya. Biryara DMMEyê li wir e, 15 gundî, kê avêt? Kê ewqas gund şewitandin? Hîna nû (bûyera) Roboskî Qilaban bû… Ji ber hûn jî ne rexnegir in Tirkiye hate vê halî.”
Piştî van gotinan, Tanrikûlû hedef nişandan û ew lînc kirin.
Tanrikûlûyî vê carê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxunaniyeke din da û got ku “Rastiyên demên berê, li gorî pozîsyanên we yên siyasî yên niha nabe bên tewandin, guherandin. Dema hûn lîncê bikin, rastî ji holê ranabin.”
Serdozgeriyê lêpirsînname amade kir
Piştî van daxuyaniyan bi rojekê, Serdozgeriya Komarî Komarî ya Enqereyê lêpirsînname ji bo Tanrikûlûyî amade kir. Tanrikûlûyî diyar kir ku “Careke din lixwemikuhratina AKPyê xwediyê nû yê dewleta kûr e.”
CHP: TSK roniya çavê me ye
Berdevkê CHPyê Faîk Oztrakî derbarê gotinên Tanrikûlûyî de got: “Gotinên Parlamenterê me yê Amedê Sezgîn Tanrikûlûyî ji bo roniya çavê gele me Hêzên Çekdar ên Tirkan gotine û ew di bin tohmetê de hiştine, nayên qebûlkirin. Em ê vê di desteyên xwe yên erkdar de binirxînin.”
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî jî got: “TSK roniya çavê me ye.”
Tanrikûlûyî di 10ê Îlonê de careke din daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê di parastina mafên mirovan de berdewam be. (RT/FD)