Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Resûl Temûr, parêzerê 16 rojnamegerên ji 16ê Hezirana 2022yan û vir ve girtî ne, derbarê rewşa rojnamegeran de axiviye.
Resûl Temûrî diyar kiriye ku hemû kes dizanin rojnameger ji ber karên xwe yên pîşeyî hatine girtin û di nava 9 mehan de heyeta dadgehê 10 caran “rewşa wan a girtîtiyê nirxandiye.” Temûrî gotiye ku wan li dijî biryarên girtîtiyê serî li Dadgeha Aştiyê û li ya Asliye Cezayê daye lê bêyî guh bidin îtirazên wan, daxwazên wan qebûl nebûne.
16 rojnameger û medyakar di 8ê Hezîrana 2016an de hatibûn desteserkirin û di 16ê Hezîranê de jî hatibûn girtin.
Temûrî destnîşan kiriye ku wan hevdîtin bi dozgerê dosyayê re jî kirine lê dozgerî “Her carê got, ‘kêmasî hene’. Piştî 10 mehan me digot qey hemû encamên lêkolîna dijîtal hatine bidestxistin û amadekarî li ber qedandinê ne, lê em hînbûn ku ji ber di dema erdhejê de ziyan gihîştiye Şaxa Dijterorê ya Amedê û divê bar bike, heta bar neke îdianameyê amade nabe.”
Piştî bi mehan şahidê nepen peyda kirin
Temûrî rexne li wî tiştî kiriye ku dosye ne di bin kontrola rêvebirî û hiqûqî de tê amadekirin: “9 meh derbas bûne û hîna îdianame amade nebûye, ev jî bi rengekî aşkere nişan dide ku pêvajoyeke hiqûqî nîne. Şahidê nepen ê di dema ku rojnamegeran îfade dan dozgeriyê û dadweriya jêpirsînê nebû, dozgerî piştî ku 6 meh derbas bûn saz kiriye û şahidekî nepen ê di dosyayê de nebû, hatiye peydakirin.
Di berdewamê de Temûr diyar kiriye ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê ne di saetên karkirinê de û di arîfeya sersalê de (31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan) li şahide nepen guhdar kiriye û 3 rûpel kurteya dosyeyê jê re bilêv kiriye: "Anku îfadeyên vî şahidê nepen, tenê kurteya dosyeyê ye. Ji xeynî vê ti hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îfayeên şahidê nepen sîparîş kiribû. Piştî sîparîş van îfadeyan, alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPyê hatibû betalkirin. Vê yekê aşkere kir ku ne tene Serdozgeriya Komarî ya Amedê, di heman demê de Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê birêve dibin."
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (HA/FD)