Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan(HDP) di Girtîgeha Edirneyê de ne. Şandeyeka ji HDPyê xwest wan bibîne lê Serdozgeriya Dadgeha Edirneyê destûra vê yekê neda.
Di şandeya navborî de parlamentera Edeneyê û seroka Lijneya Dadê ya HDPyê, Meral Daniş Beştaş, parlamentera Mûşê, Burcu Çelîk Ozkan û parlamenterê Mêrdînê Erol Dora hebûn.
Şandeyê li navenda Edeneyê ya HDPyê daxuyaniyek xwend.
Beştaşê da zanîn ku ew ji bo hevdîtineka digel Selahattîn Demîrtaşî hatine Edirneyê lê Wezareta Dadê rê li wan girtiye.
Beştaşê got:
“Ev rewşek e ku li dijî hemî rêbazan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
“Çavên civata Tirkiyeyê û dinyayê li ser vê rewşê ye.
Îşkence tê kirin
“Ne bi tenê Zeydan û Demîrtaş, hevseroka me Fîgen Yûksekdag û parlamenterê Idrîs Baluken jî li hicreyên yek kesane dimînin.
“Bi tenê-hiştina parlamenteran îşkence li wan tê kirin.
“Karê wan ê çêkirina yasayan tê astengkirin.
“Demîrtaş û parlamenterên dî hê jî bi fermî parlamenter in. Ji ber wê divê ew beşdarî çêkirina yasayan bibin.
“Şandina nameyan tê astengkirin.”
“Ya rastî ji bo sê mijaran daxwazên me hene. Yek ji van mijaran jî şandina nameyan e.
“Axistina Demîrtaşî ya ji bo komê jî nehat dayin piştî du hefteyan hat sansûrkirin û hat dayin.
“Yanî bi hemî awayan tecrîd û sansûr tê kirin.
“Serokê, partiya sêyem a Tirkiyeyê di girtîgehê de ye û îşkence lê tê kirin. Ev yek dê ne di berjewendiyên ti aliyan be. “(EKN/MB)
*Me ev nûçe ji CNNTurkê berhev kir. Me wêne ji hesabê Meral Daniş Beştaşê standiye.