Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" derbarê Seroka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê de îdianameyek amede kiriye.
Biroya Lêkolînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriyê îdianame nivîsiye û tê de hatiye îdiakirin ku Korûr-Fîncanciyê li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Têkoşîna Dijterorê "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û divê bi 7 sal û 6 mehan bê cezakirin.
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Midûriyeta Giştî ya Xizmetguzariya Hiqûqî ya Wezareta Berevaniya Netewî di 20ê Çiriya Paşiyê a 2022yê de bi îdiaya Korûr-Fîncanciyê "propagandaya rêxistinê kiriye" giliyê wê kiriye û lêpirsîneke yasayî hatiye kirin.
Serdozgeriyê gotiye ku Medya Haber TV "têkildarî PKKyê ye" û behsa fotografên PKKyiyan kiriye ku di dema weşanê de hatibûn weşandin. Korûr-Fîncanci beşdarî bernameya Medya Haber TVyê bûbû û derbarê "bikaranîna çekên kîmyewî de" nirxandinên zanistî kiribû.
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (RT/FD)