Fotograf: MA
Ji ber du lêpirsînnameyên cuda lê hatine vekirin, Emîne Şenyaşara ku li Rihayê çalakiya "Nobeta Edaletê" li dar dixe, îfade daye.
Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber avahiya Edliyeya Rihayê 659 roj in çalakiyê li dar dixin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Emîne Şenyaşar û parêzerê xwe Nîhat Şahîn çûne qereqolê. Derketiye holê ku bi îdiaya Emîne Şenyaşarê di axavtina xwe ya 7ê Çiriya Pêşiyê de "heqaret" li Parlamenterê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî kiriye û ji ber wê lêpirsînname ji bo wê amade kirine. Di zabitnameya polîsan de ji bo "Nobeta Edaletê" gotine "qaşo".
Her weha ji ber ku Osman Yildiz, bavê Îbrahîm Yildizê AKPyî giliyê Malbata Şenyaşarî kiriye û gotiye "Nobeta Edaletê ewlehiya canê min dixe talûkeyê", lêpirsînnameyeke din vekirine.
Emîne Şenyaşar têkildarî tawanbariyê îfade nedaye polîsan û xwestiye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îfadeya wê bigire.
Hejmara lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşarê de hatine destpêkirin derketiye 17 heban. Ji van lêpirsînan 6 hev veguheriyane dozê û hê jî darizandin didome.
"Bêdengî şirîkatiya zilmê ye"
Malbata Şenyaşarî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye: "Îro dayê ne li nobetê ye! Dayê dîsa wek besûc li qereqolê îfade dide! Wek ku hûn dizanin dîsa mexdûr parlamenterê AKPyê ye ku fermana qetlîama li nexweşxaneyê dabû. Bila her kes refê xwe diyar bike! Bêdengî şirîkatiya zilmê ye."
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (FD)