Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsînnameyek ji bo stranbêj Gulşena ku bi performansên xwe yên li ser dikê, cil û bergên wê û gotinên wê ên derbarê jin û LGBTI+an de di rojevê de ye, amade kiriye.
Serdozgeriyê bi tohmeta ku Gulşenê li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) "kîndarî di nava gel de belav kiriye û dijminatî di nava wan de çêkiriye" û sûc kiriye. Divê polîs îro (25ê Tebaxê) Gulşenê bibin dozgeriyê.
Li gorî nûçeya Oda Tvyê, ji ber gotinên Gulşenê yên derbarê Lîseyên Perwerdeya Mela û Xetîban de lêpirsîna wê tê kirin.
Gulşenê di 30ê Nîsanê de, di dema konsereke xwe de, li ser dikê gotiye, "Berê di (lîseyên perwerdeya) mela û xetîban xwendiye wî, ji ber wê ye jirêketîbûna wî." Piştî ev gotinên Gulşenê li ser medyaya civakî hatin weşandin, gelek kesan bertek nîşan da û bi hashtaga "#GülşenTutuklansın" (Bila Gulşen bê girtin) û "#HaddiniBilGulşen" (Hedê xwe bizanibe Gulşen) gelek tweet hatin wşeandin. Her weha gef lê hate xwarin.
Rojnameya Sabahê ew kiriye hedef
Yek ji kesên ku Gulşen kiribû hedef, rojnameya Sabahê bû. Rojnameya Sabahê nûçeyek derbarê Gulşenê de weşandibû û gotibû: "Gotinên skandal ên Gulşenê (lîseyên perwerdeya) mela û xetîban dike hedef derketine holê ku di konserên xwe de ala LGBTIyan vedike, dibêje 'kesên naecibînin bila biçin' û ev gotinên wê bûne sedema bertekan."
Her weha Serokê Saziya Karûbarên Olî Ali Erbaşî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û bertek nîşanî Gulşenê daye. Erbaşî diyar kiriye ku gotinên Gulşenê nayên qebûlkirin. (TY/FD)