Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Stenbolê, derbarê rojnameger Can Atakliyî de ji ber ku di weşana Youtubeyê de gotiye, “Ma Tayyîp Erdogan wê bi hilbijartinê biçe? Li gorî min na.” lêpirsîn daye destpêkirin.
Du parêzeran li ser navê ‘Komeleya Biratiyê’ bi tohmeta ku “Gelî ji bo kîndarî û dijminatiyê tehrîk kiriye” giliyê Atakliyî kirine. Piştî gilîkirinê Serdozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin.
Her weha rojnameya Sabahê lêpirsîna ku hatiye destpêkirin, ragihandiye.
Rojnameya Sabahê îddia kiriye ku Atakliyî di axavtina xwe de tiwanca darbeye kiriye.
Rojnameger Atakliyî di axavtina xwe de weha gotiye:
“Ma Tayyîp Erdogan wê bi hilbijartinê biçe? Li gorî min na. Li gorî min ne mimkune êdî Tayyîp Erdogan bi hilbijartinê li serê vî welatî biçe. Ma çawa bi hilbijartinê naçe? Ma wê demê dê darbe pêkwere? Yek jê ez im ku Îhtimala darbeyê her kêm dibîne. Darbe, him jî di şert û mercên îroyîn de behreya ku dê darbeyê pêkbîne, nîne…(HA/AY)