Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di daxuyaniya xwe ya îro da wiha got: "Têkildarî revandina S.S. bi rêyên ne qanûnî ji bo derveyî welat, 3 sivîl û komîserek hatin desteserkirin.”
Bi vî awayî hejmara girtiyan derket 8an ku 5 ji wan polîs û 3 jî sivîl in.
Çi bûbû?
Di doza "rêxistina sûc ya Ayhan Bora Kaplan" de ku 28 jê girtî 61 bersûc tên darizandin. Serdar Sertçelîkê ku di dozê de weke "kesê duyem yê rêxistinê" tê sûcdarkirin û "şahidê nepen" e, tevî bi kelemçeya elektronîk li malê zîndanîkirîbû derketibû derveyî welat.
Sertçelîk îdia kir ku bi zextan li Şaxa Organîzeyê ya Emniyeta Enqereyê li ser navê wî îfadeya şahidê nepen hatiye amadekirin û bi vê îfadeyê xwestine li dijî AKP û MHPê qûmpasê pêk bînin.
Piştî îfadeyan Alîkarê Rêvebirê Berpirs yê Şaxa Organîzeyê ya Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê Murat Çelîk, Rêvebirê Şaxa Organîzeyê Kerem Gokay Oner, Alîkarê Rêvebirê Şaxê Şevket Demîrcan û Komîserê ku li Şaxa Organizeyê wezîfedar Ufuk Gultekîn ji peywirê hatibûn dûrxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dabû destpêkirin de bi îdiaya ku "ji bo sûc bikin lihevkirine", "hewldane bandorê li darizandina edil û şahid bikin", "wezîfeya xwe xirap bikaranîne" û "alîkariya sûcdar kirine" karmendên Emniyetê hatibûn desteserkirin û li malên wan lêgerîn hatibû kirin.
(VC/AY)