Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta ku “Gelî ji bo kîndarî û dijminatiyê tehrîk kiriye û biçûk xistiye” ji ber xwe ve lêpirsînname ji bo Fikrî Saglar, parlamenterê kevn ê Partiya Gel a Komarî (CHP) daye destpêkirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Fikrî Saglarî 30ê Kanûna Pêşîn a 2020an, di ser kanaleke televizyonê de gotiye “Dema ez diçim pêşberî dadwereke sergirtî şik bi min re çêdibe ku wê edaletê pêk bîne. Hin ji wan weke milîtanan tevdigerin û îdeolojîk li mijarê dinêrin, divê li dijî vê têkoşîn were kirin.”
Serdozgeriyê gotiye ku ji ber van gotinan wan li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û ji ber sûcê “Gelî ji bo kîndarî û dijminatiyê tehrîk kiriye û biçûk xistiye” lêpirsînname dane destpêkirin.
Çi bûbû?
Fikrî Saglar, parlamenter û wezîrê kevn di kanaleke televizyonê de beşdarî bernameyekê bûbû û gotibû ku “Dema ez derdikevim pêşberî dadwereke sergirtî şik bi min re çêdibe ku wê edaletê pêk bîne.”
Li ser van gotinan Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepênadên (AKP) gotibû “hişmentiya faşîstan dewam dike.” Saglarî bersiva Erdoganî jî daye û gotiye kampanyayeke lînckirinê li dijî wî tê birêvebirin. (AO/FD)