Fotograf: yolculukhaber.net
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber axavtina wî ya di Medyascope TVyê de û ya di TELE 1ê de du lêpirsînname ji bo Ahmet Şik, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) amade kirine.
Yek ji van lêpirsînnameayan ji ber axavtina Şikî ya di Medyascope TVyê de ye. Şik beşdarî bernameyeya Rûşen Çakirî bûye û derbarê vîdeoyên Sedat Pekerî de axivîbû.
Ahmet Şikî wiha gotibû:
“Her ji min re dibêjin ku ‘zilamê ji dewletê re gotiye qatil’. Erê dewlet qatil e birako. Niha ew kesên ji bo vê gotina min bi min hêrs dibûn, dema Sedat Peker di vîdeoyên xwe de behsa qatilbûna dewletê dike, dibêjin ‘aaa ev rast in’ an jî li çepikan didin. Erê, dewleta Tirkiyeyê qatil e, ewqas. Weke dewletên din ên cîhanê. Di dîroka wan welatên ku demokrasiya herî bipêş ji xwe re esas digirin de jî, di pêvajoya kolonîzasyonê de destê wan bixwînê bûye û çiqas bişon jî wê ev xwîn jê dernekeve. Dîroka hemû dewletan bixwîn e. Tirkiye jî ne ji derveyî vê ye.”
Lêpirsînnameya din jî ji ber gotinên Ahmet Şikî yên di kanala televizyonê ya bi navê TELE 1ê de ye. Şik beriya hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an beşdarî bernameya bi navê “Hilbijartina Tirkiyeyê” bûbû û wiha axivîbû: “Ez vî tiştî vekirî bibêjim gelo, ger AKP û ev bloga desthilatê welatparêz bin û ez terorîst bim, li şûna ez bibim welatparêzê weke wan cihê terorîstan li ser serê min heye… Hemû polîtîkayên ku wê vê desthilatê lawaz bike, wê diranên wê yên tûj bişkîne, diranên wan ên kursiyan bikişîne, hemû tişt rewa ne.”
Ahmet Şikî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo van lêpirsînan wiha nivîsandiye: “Ger ji ber gotinên min ên min gotine ‘dewlet qatil e’ ez ê bêm rexnekirin/dadgehkirin, dibe ji ber min kêm gotiye ev pêk tê. Lewma dewlet qatîleke ku rêzekuştinan dike. Ti dewlet nîne ku di destê wê de xwîn nebe.”
Dozgeriyê ew gotin weke azadiya xweîfadekirinê nirxandibû
Li Enqereyê ji ber gotina “wê dewleta qatil hesabî bide” lêpirsînname ji bo 6 kesan hatibû amadekirin. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di sala 2011an de daxuyaniyek dabû çapemeniyê û ji bo vê lêpirsînê wiha gotibû: “Çawa ku di biryarên DMMEyê de jî hatine gotin, ew liv û tevgerên tundkarî û zor tê de nebin yên ji bo tundkariyê, cesaretê nadin mirovan an jî kesên çekdar ranakin serhildanê, divê ew gotin weke azadiya xweîfadekirinê werin qebûlkirin.” Serdozgeriyê biryara nepeyketinê dabû. (HA/FD)