Fotograf: MA
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner lêpirsîn daye destpêkirin.
Serdozgeriyê îdia kiriye ku Eren, Şeker û Oner “gef li dozger xwarine” lêpirsînê dike.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji ber îfadeyên şahidê nepen U. A.yî lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25ê Nîsanê de operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Navenda operasyonê li Amedê bû û li 21 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. Di encamê de rojnameger, parêzer, hunermend, siyasetmedar û welatî hatibûn desteserkirin. Dema îfadeyên desteserkiriyan li edliyeyê dihatin wergirtin, hin parêzer ji ber ku desteserkirî demeke dirêj li nezaretxaneyê hatin hiştin bi dozger re hevdîtin kiribûn.
Li gorî nûçeya MAyê, lêpirsîn ji ber ku Nahît Eren, Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner li dijî şert û merc û dema dirêj a desteserkirinê kirine, Serdozgeriyê dest bi lêpirsîna wan kiriye.
Eren: Dixwazin hewldanên me krîmînalîze bikin
Serokê Baroyê Nahît Eren derbarê lêpirsîna de bi MAyê re axiviye û daye zanîn ku wan şert û mercên xerab ên desteserkiriyan ji dozger re gotiye û di wan rojên operasyonê de gelek caran bi dozger re hevdîtin kirine. Li gorî gotina Erenî pirsgirêk nehatiye çareserkirin û dozgerî bûyer manîpule kiriye.
Nahît Erenî diyar kiriye ku dema wî hevdîtin bi dozgerî re kiriye gelek serokên baroyan jî li gel wî bûne û wî tiştek xerab ji dozger re negotiye. Eren destnîşan kir ku ji bo dozger kêmasî û bêqanûniyên xwe yên di çarçoveya lêpirsînê de piştperde bike xwe xistiye rewşa mexdûran. Erenî aniye ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de ji zêdeyî sedî kes hatibûn binçavkirin û tenê bi dozgerek lêpirsîn dihate birêvebirin. Nahît Erenî gotiye ku desteserkirî 4 rojan di desteserkirî man û dozger dixwaze hewldanên wan ên derbarê hevpîşe û miwekîlên wan de krîmînalîze bike. (FD)