Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Kobanê de ku di navbera 6-7-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêkhatibû, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Pervîn Buldan jî di nav de derbarê 9 parlementerên HDPê de bi armanca rakirina parêzbendiyê wan fezlekeyê amade dike.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên berê jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de “Doza Kobanê” hatibû vekirin. Piştî doz hatiye vekirin serdozgerî hewl dide derbarê 9 parlamenterên HDPê de fezlekeye amade bike.
Di fezlekeyê de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kiriye, hatiye îdiakirin ku Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan, Cîgirên Serokatiya Koma HDPê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, parlementer Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kûrtûlan û Serpîl Kemalbay çalakiyên Kobanê bi xelkê dane kirin.
Hatiye diyarkirin ku fezlekeyên ku dozgeriyê amade kirine ji bo ku ji Meclîsê re bên şandin, dê ewilî ji bo Wezareta Dadê werin şandin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê