Serdozgerê Dadgeha Cezê ya Navneteweyî xwest Netanyahû û serokên Hamasê bên girtin
![Serdozgerê Dadgeha Cezê ya Navneteweyî xwest Netanyahû û serokên Hamasê bên girtin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/20/ucm-bassavcisindan-netanyahu-ve-hamas-liderleri-icin-tutuklama-talebi.jpg)
Serdozgerê Dadgeha Cezê ya Navneteweyî (ICC) Kerîm Xan, ji CNNê Christiane Amanpourê re daxuyandiye ku wî daxwaza girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant kiriye.
Her weha serdozger tevî Serokwezîr Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant daxwaza girtina Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniyye, Serokê Hamasê yê li Xezeyê Yehya Sinwar û Mihemmed Ed-Dayf, serokê baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzeddîn El-Qassam kiriye.
Xan gotiye ku serokên Hamasê bi sûcên weke "kuştin,dîlgirtin, tecawiz û êrişa zayendî ya di binçavan de” tên tohmetbarkirin.
Netanyahu û Gallant jî bi sûcên weke "redkirina kel û pelên alîkariyê, weke rêbazeke şer ji holê rakirina mirovî, sedembûna birçîbûnê, bi qestî armanckirina sivîlên di pevçûnan de" tên tawanbarkirin.
Dadgehê beriya niha jî ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê derbarê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de biryara girtinê dabû.
Dadrêsên Dadgeha Cezê ya Navneteweyî wê daxwaza serdozger binirxînin û biryara xwe aşkere bikin.
(AS/AY)