Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeyên Şemzînan, Gever û navenda Colemêrgê polîsan duh bi ser 57 malan de girtîbûn. Di encamê de 24 kes hatibûn desteserkirin, ji wan 3 kes hatine girtin. Kesên hatibûn desteserkirin bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatine tohmetbarkirin.
20 kes serbest bûne
Ji 24 kesên hatibûn desteserkirin jê Gökhan Aksu, Fatma Yiğit, Ömer Çıtak, Asiye Rojbin Şahinoğlu, Berdan Özdel, Remziye Ürgün, Yusuf Şahinoğlu, Helin Yiğit, Vedat Doğan, Barış Kameri, Bedran Öğmen, Ferdi Güneyli, Mehmet Erbaş, Fatih Akbaş, Bünyamin Seven, Fikret Sayın, Mehmet Seven, Fatih Kurt, Fedakâr Töregün û Agit Kaya piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûne.
Her weha dozgeriyê Serhat Kurt, İzzet Akdoğan û xebatkarên Partiya Çep a Kesk Naif Beyter û Musa Yiğit jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiriye. Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Colemêrgê Serhat Kurt, Naif Beyter û İzzet Akdoğan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" girtiye û Mûsa Yîgît jî bi şertê kontrola edlî berdaye.
Li Êlihê 3 kes serbest bûne
Li Êlihê jî Adnan Vûral, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez di 24ê Gulanê de hatibûn desteserkirin. Piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr sewqî edliyeyê hatine kirin. Diyar bûye ku her sê kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Di lêpirsîna Newrozê de 19 kes hatine berdan
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi hinceta tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê, li 5 bajaran lêpirsîn dabû destpêkirin. 19 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin, serbest bûne.
Di encama serdegirtinên malan de endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak jî di nav de bi giştî 19 kes hatibûn desteserkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, sewqî edliyeyê hatine kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê jî Mehmet Akici, Aykut Bozkuş, Bedriye Irmak, Alî Osman Işik, Muhammed Yasîn Bagcivan, Cahît Gumuş, Ramazan Aggoz, Hurşît Uzum, Samet Aytaç, Kadîr Aytaç, Enka Yildirim, Kara Yûsûf Dogan, Nebahat Gever, Bariş Gozel, Ahmet Gozel, Halîl Gozel, Mehmet Ustundag, Ahmet Bîngol û Muhammet Sîs sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hatine berdan. (NT/AY)