Dema mirov bala xwe dide lêkolînên li ser mûzîka kurdî ji dîrokê heta roja îroyîn mirov dibîne ku hejmara kesên lêkolîn kirine ji çend kesên biyanî yên wek Dieter Christensen, Felix von Luschan û di nav kurdan de jî di 20 salên dawî de zeynep Yaş, Mehmet Bayrak, Cewad Merwanî, Weysî Varlî û hwd lêkolînên li ser mûzîka kurdî kirin û hê jî didomînin.
Yek ji van kesên ku di van salên dawiyê de li ser mûzîka kurdî lêkolînan dike û serê xwe pê re diêşîne jî bêguman Serdar Canan e.
Serdar Canan di sala 2009an de piştî ku li Zanîngeha Mîmar Sînanê beşa etnomuzîkolojiyê xwend hem di teza xwe lîsansê de hem jî di teza lîsansa bilind de bi ser navên cuda dest bi lêkolînên li ser mûzîka kurdî kir. Teza wî ya bi navê "Hakkâri ve Çevresinde Geleneksel Halk Oyunlari ve Bunlarin Müziksel Özellikleri" têra xwe ji me re pêşî behsa folklora Colemêrg û derdora wê û her wiha qala şêwe û sitranên mûzîka wê dike.
Bêguman navê Serdar Canan me her tim bi lêkolînên li ser mûzîkê ango wek etnomûzîkolog dive ku bihîst be lê êdî piştî konserên wî yên li Japonyayê jî em sitranên wî yên bi zaravayên kurdî jî dibihîzîn.
Ev demek bû ku dengê Serdar Canan di kerika gohê min de bû û min her jixwe re digot ha îro ha sibê em ê bên gel hev û soxbeteke xweş li ser kar û xebatên wî yê etnomuzikolojiyê, mûzîka wî, bikin. Aha ew roj ev roj e. Me li Wanê li ber bayê hênik li hewşa cafeya Hancî hatin gel hevdû û min û Serdar ji aş û bajar me da hevdû.
Di axaftina xwe de Serdar Canan bal kişand ser gelek mijar û meseleyan û ji bianet kurdiyê re wiha got:
“Ez naxwazim tenê mûzîka Colemêrgê bikim. Helbet ew çend sitranên min berhev kirine, nûjen dikim an jî aranje dikim û wek payizok û heyranok dibêjim. Lê ne sînordayîyê Colemêrgê tenê me, yê Kurdistanê me.”
(BK/AY)




.jpg)
.jpg)
