Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serdar Başçetîn Akademisyenê Aştîxwaz hat girtin ku li Zanîngeha Erzîncanê dersdêr bû û di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibû avêtin.
Başçetîn 13yê Sibatê li Antalyayê di encama serdegirtina mala wî de hatibû desteserkirinin. Parvekirinên Başçetîn ên medyaya civakî weke hinceta desteserkirina wî hatibû nîşandan.
Dozgerî dema desteserkirina 4 kesên din dirêj kir ku di çarçoveya heman operasyonê de tevlî Başçetîn hatibûn desteserkirin û dema desteserkirina wan a li emniyetê qediya bû.
Lê li gorî nûçeya sendika.orgê her çar kes piştî ku dema desteserkirina wan hatiye dirêjikirin bi rojekê anîne edliyeyê.
Ji kesên ku şandin dadgehê Kûtay Merîç Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Halkevleriyê û Serdar Başçetîn Akademisyenê Aştîxwaz hatin girtin. (TP/FD)