Platforma medyaya civakî ya bi navê Discord bi biryara 1emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê roja 9ê Cotmehê hat astengkirin.
Biryara asteng kirinê li ser malpera Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan hatiye weşandin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku bi daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê û bi biryara 1emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê sepana Discordê hatiye astengkirin.
Yilmaz Tunç di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kir ku têra xwe guman hene ku li ser platforma medyaya civakî Discordê sûcên "îstismara zayendî ya zarokan û mustehcenî" tên kirin û ji ber vê yekê sepana navborî hat astenkirin.
Wezîrê Dadê bal kişand li ser wê yekê ku ew bi biryar in, zarokan ji weşanên bi zerer ên medyaya civakî û înternetê biparêzin û got:
“Em dê ti wextî destûrê nedin wan hewldanan ku dixwazin bingeha civaka me hilweşînin."