Fotograf: Rûdaw
Bihayê zêr di borseya cîhanê de careke din bilind bûye û Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê jî dibêje, Tirkiye bûye kiryarê herî mezin ê zêr li navçeyê.
Hendirên Wertî, Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê bi Rûdawê re axiviye û gotiye ku bihayê zêr careke din bilind dibe, ew yek jî bûye sedem ku xelk nikarin zêran bikin û piranî hizra firotina zêr dikin, ne kirîna wê.
Bi gotina Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê, kes sûdê ji bilindbûna zêrî wernagire û wiha berdewam kiriye: "Gelek ji malbat zêrê xwe difiroşin û zêrên xwe yên weke bazin û gustîlkan difroşin û êdî jêrxana malbata xwe diherifînin.”
Hendrîn Weriyî diyar kiriye ku tevahiya wan zêran dibin qalib û Tirkiye wan dikire.
"Îran difiroşe, Tirkiye dikire"
Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kiriye ku “Niha Îran li navçeyê bûye mezintirîn firoşkarê zêran û Tirkiye jî mezintirîn kiryarê zêran e li navçeyê.”
Êvara Duşemê 17ê Tebaxê nirxê her onseyeke zêr zêde bû û gihîşt 1 hezar û 983 dolar û 54 sentan, herwiha her misqaleke zêra eyar 24 jî li bazarên Kurdistanê gihîştibû 392 hezar û 493 hezar dînarên Iraqê.
Gelek ji şirovekarên li cîhanê wiha difikirîn ku tomarkirina vaksîna Coronayê ji aliyê Rûsya ve dê bandorê li daketina buhayê zêr hebe, lê belê wisa nebû.
Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku: “Aboriya cîhanê negihiştiye astekê ku balancê rabigire, ji ber wê jî nirxê zêr bi awayekê berdewam zêde dibe. Welatên cîhanê û hilberîneran jî dest bi kirîna zêr kirine. Iraq xwediyê 96 ton yedega zêr e, lê dixwaza rêjeyeke zêdetir bikire.”
Hendrên Wertê gotiye, ew li gel wê yekê nîne ku welatî zêrên xwe bifiroşin û wiha pê de çûye: "Ji bilî welatên dewlemend û bazirganên welatan, ew ên ku zîrek in niha zêr dikirin, lê belê welatiyê asayî li Herêma Kurdistanê zêr difiroşe û wiha difikire ku zêdebûna nirxê zêr asteke baş di bazirganiyê de tomar kiriye û qazancê dike."
Rêjeya hawirdekirina zêrî li Herêma Kurdistanê
Di sala 2013an de 113 ton zêr bi rêya Herêma Kurdistanê hatiye hawirdekirin ku %70 ji bo bajarên Iraqê bûye, di sala 2014an de jî 89 ton û di 2015an de jî 79 ton zêr hatiye hawirdekirin. Di salên paşê de jî nêzîkî 30 ton di her salî de zêr hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heftiya borî nirxê zêr gihîştiye jor 2,000 dolarî û her onseke zêr bihayê 2,060 dolar tomar kiribû. Tevî wê yekê roja Sêşemê 11ê Tebaxê nirxê zêr bi sedema bilindbûna nirxê dolar, hinekî daketibû.
Hinek şirovekar dibêjin, egera wê yekê heye ku di sê salên bihê de nirxê zêr zêde be û bigihe jor 4,000 dolarî. Rêveberê Kompaniya Şêwirmendî ya US Investment, Frank Holmz di vê bareyê de ragihandiye, buhayê zêr gelek hêsan dikare bigihe jor 4,000 dolarî. (FD)