Semyanî Perîzadeyê bi navê “Biryarekî” straneke nû weşandiye. Perîzadeyê bi xwe gotinên stranê nivîsandine û kompozisyona wê amade kiriye.
Stran ji bo wan kesan hatiye amadekirin ku di hilbijartina 14ê Gulanê de bêbiryar in û naxwazin biçin ser sindoqan.
Perîzade bi vê stranê dixwaze bandorê li wan kesan bike û ew biçin dengên xwe bidin YSPyê ango Partiya Çep a Kesk.
Weke tê zanîn Perîzadeyê jî ji bo namzetiya parlamenteriyê serî li YSPyê dabû. Lê di encamê de ev daxwaza wê nahitebû pejirandin.
Perîzadeyê diyar kiriye ku ew dixwaze bi vê stranê balê bikişîne li ser girîngiya zimanê kurdî, azadiya gele kurd û demokrasiye.
Ramîn Rabieiyî aranjoriya stranê kiriye. Her weha Ciwan Ayaz û Pinar Ozdemîrê jî bi dengên xwe alîkariya Perîzadeyê kirine. (FD)