Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Semyanî Perîzade xwe weke “Jineke Amazon a Kurd” binav dike. Bi vê nasnameya xwe Perîzadeyê di sala 2019an de tevlî Sandra Alesandraya Silemaniyeyî strana bi navê “I Am Fire” derxistibû. Di wir de her du stranbêjan bi ingilîzî stran dixwendin.
Piştî vê single-ê bi salekê Semyanî Perîzadeyê niha jî singlek bi kurdî weşandiye. Navê strana Perîzadeyê “Xewna Berevajî” ye.
Perîzadeyê di vê stranê de şêweyên muzîka dijital bikar aniye. R&B, Hip-Hop/Rap û hinek jî arabesk heye di vê stranê de. Perîzadeyê sedema vê tercîha xwe bi van gotinan diyar kiriye:
“Ji bo meriv karibe muzîkeke gerdûnî çêbike, divê meriv ji şêwazên teknîkî yên bijare dûr be û xwedîyê hestên serbixwe be. Helbet di vê pêvajoyê de, ku xet û xêzên navbera şêwazan hema bêje jêçûne, êdî ne dîyar e bê ka kî wê kîjan şêwazê biecibîne. Di pêvajoyeke wilo de min jî bo ‘Xewna Berevajî’ muzîka dîjîtal bijart.”
Perîzadeyê gotinên stranê nivîsandiye
Semyanî Perîzadeyê gotinên stranê bi xwe nivîsandiye, kompozisyon û besteya vokalê bi xwe amade kiriye. El Japoyî muzîk jê re çêkiriye û Harûn Elkiyî aranje kiriye.
Berga albumê jî perçeyek ji konsepta albumê ye ku Semyanî Perîzade û destgirtiya wê Zeynebê bi hev re amade kirine.
Strana “Xewna Berevajî” ya Semyanî Perîzadeyê wê di 30ê Nîsanê de li ser hemû platformên dijital were weşandin.
Derbarê Semyanî Perîzadeyê deDi sala 1981ê de ji dayîk bûye. Tevlî wê 11 xuşk û bira bûne. Zaroka biçûktirîn a malbatê ye. Xwe weke miroveke "bakurî" dide naskirin. Di salên 1992-1993yê de ji neçarî koçî Mêrsînê kirine. Ji ber wan şert û mercan nekariye perwerdeya xwe berdewam bike. Lîse bi awayê perwerdeya ji derve qedandiye. Li Mêrsînê demekê di nava Civaka Şanoyê ya Merhaba Sanatê (Merhaba Sanat Tiyatro Topluluğu) cih girtiye. Yaşar Eskin, serrejîsor û yek ji avakarên Mersin Opera Baleyê dersên lîstikvaniyê dîtiye. Bi xeyala ku asta xwe bilindtir bike sala 2009ê hatiye Stenbolê. Li Weqfa Operayê ya Semiha Berksoyê dersên lîstikvaniyê ji Semîha Berksoyê girtiye. Li gel van dersan dersên şanê ji Carmen Yeşiltepeyê girtiye. Perwerdeya xwe ya lîstikvaniyê bi serkeftî berdewam kiriye. Dersên wê yên şanê li bal Carmen Yeşîltepeyê berdewam dikin. Perîzade her weha dersdara yogayê ye û perwerdeya Rêberdiya Dramaya Afirêner dîtiye. Gelek projeyên televizyonan çêkiriye. Weke afirêner, çêker, editor, pêşkêşvan û koordînator kar kiriye. Di kurtefilmê "Peşk" ê Volkan Uludagî de lîstiye ku di heman demê de weke dramaturg û derhenêra hunerî jî kar kiriye ji bo heman filmî. |
(FD)