Danişîna doza Parlamentera HDPê ya berê Semra Guzel ku ji ber wêneyên xwe yên bi endamekî PKKî re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin.
Semra Guzel, ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîlên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Ayten Kordu jî danişîn şopandin.
Dozger nêrîna xwe pêşkeş kir û bi îdiaya “gumana revê” xwest rewşa girtî Guzelê bidome. Semra Guzelê jî li dijî nêrîna dozger parastina xwe kir û got ku tevî pêvajoya komkirina delîlan temam bûye jî di mutalaayê tu guhertin nînin. Semra Guzelê got ku 4 sal in tê darizandin û heke ji sûcê pê tê tawanbarkirin cezayê bigire jî ji ber dema girtîmayînê divê were berdan û daxwaza tehliyeya xwe kir.

Derbarê Semra Guzel, parlamentera HDPê de îdianame hatiye amadekirin
Semra Guzelê got ku di dema dozê de ji ber wêneyên li ser çapemeniyê hatine belavkirin propagandayeke reş hatiye kirin û got:
“Me vegotibû ka ev wêne çawa hatine kişandin û ji ku hatine. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de hatibûn kişandin. Û wê demê behsa yasayên vegerê dihat kirin. Malbatan jî digot ‘madem zarokên me vegerin wê demê ma çi zirara wê heye ku em pê re hevdîtinê bikin.’ Û hatin û çûn çêbûn. Û dewletê jî hay van hatin û çûnan hebû. Piştî bidawîbûna pêvajoyê jî ev wêne hatin darizandin. Di Doza Kobanê de jî hate axaftin lê dadgehê li ser wêneyan beraet da. Îro jî pêvajoyeke wisa heye. Gel merasîma çekberdanê temaşe kir, dîmen hatin kişandin. Gelo heke ev pêvajo erênî bi dawî nebe ma dê ev jî bên darizandin?”
Parêzer Eylem Arzu Kayaoglû jî got ku ev doz piştî gefên kuştinê yên Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylu ev doz hatiye vekirin û veguheriye dozeke hesabpirsîna siyasî. Eylem Arzu Kayaoglû got ku tu delîleke şênber tune ye, îfadeyên şahidan hev nagirin, miwekîla wê 37 meh in girtî ye û divê êdî were tehliyekirin.
Parêzer Senem Doganoglû jî destnîşan kir ku dema li delîlan dinihêrin tu hêmayên şênber li holê nînin û daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir.
Dadgehê, biryara domandina rewşa girtî da, hemû daxwazên parêzeran red kir û danişîn taloqî 3’yê Mijdarê kir.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in.

