Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Semîh Ozakça dersdêrek e ku 228 roj in ji ber ew ji karê wî hatiye avêtin di greva birçîbûnê de ye. Ozakça di 20ê Çiriya Pêşiyê de hat tehlîyekirin dersdêra di grevê de, Nûriye Gûlmen nehat tehlîyekirin..
Semîh Ozakça di 23yê Gulanê de hatibû girtin û ji wê demê ve di girtîgehê de bû.
Semih Özakça tahliye olduktan sonra geldiği evinde #ÖZGÜRÜZ’e “Hala işimizi, ekmeğimizi, öğrencilerimizi istiyoruz” diyor. pic.twitter.com/ytP3hhFvo3
— #ÖZGÜRÜZ (@Ozguruz_org) 20 Ekim 2017
Ozakçayî got:
“Tiştê ji bo min guherî şertên tecrîdê ne. Tiştê guherî azadbûna ji şertên tecrîdê ne. Em hê jî karê xwe, keda xwe û xwendekarên xwe dixwazin.
“Dilê me, daxwaza me, fikra me û hişê me li ser dersdêra Nûriye ye.
"Ji bo derketinê ne keyfxweş im ji ber ku Nûriye Gûlmen di girtîgehê de ye. Ez ji bo vê yekê bihêrs im."
Bixwîne – Dersdêrên di greva birçîbûnê de
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(HK/MB)