Mizrakli di hilbijartinên herêmî yên 2019an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin û di 19ê Tebaxa 2019an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hatbû girtin. Her weha heman rojê qeyûm ji bo şaredariyê hatibû wezîfedarkirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Mizrakli de pêvajoya desteserkirin û girtinê dest pê kir.
Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakliyê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dihat girtin, serbest bû.
Hevjîna Selçuk Mizrakli, Zeynep Mizrakli jî ji bo pêşwazîkirina hevjînê xwe hatibû ber girtîgehê. Mizrakli tevî hevjîna xwe Zeynepê ber bi girseya ku li bendê bû meşiyan. Mizrakli ku bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin.
Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtîbû, serbest hat berdan
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 8, 2026
🎥 @frtysr_ pic.twitter.com/lIUBROZGe3
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgirên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî, Parlamenterên DEM Partiyê Cengîz Çandar, Saruhan Oluç û Serhat Eren ji bo pêşwazîkirina Mizrakli li pêş girtîgehê ne.

Kesên ku li ber girtîgehê li benda Mizrakliyî ne, li ser wesayîtên xwe pankartên ku fotografên Mizrakli û Demirtaş li ser hene û li ser wan “Nîv azadî nabe, ji Demirtaş re azadî” nivîsî ye, daliqandin.

Mizrakli 7 sal in girtî ye û pênc sal in jî ew û Selahattin Demirtaş bi hev re di heman qawişê de dimînin.

Selçûk Mizrakli di doza “propagandaya rêxistinê”de beraet kiriye
Peyama destpêkê a Mizrakli

Piştî ku Mizrakli ji girtîgehê derket parlamenter û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de bi girseyeke qelebalix hat pêşwazîkirin. Piştî vê Mizrakli li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da.
Mizrakli di daxuyaniya xwe de destnîşan kir û got ku divê birêz Abdullah Ocalan, Demîrtaş û hemû girtiyên azadiyê werin berdan û weha pêde çû:
Îro ji bo Tirkiyeyê em hatin astekî din. Pêvajoyek girîng heye, ji der ve provakasyon dibe ku hebin. Ji bo vê divê gavên lezgîn werin avêtin. Tu tiştekî ku winda bikî tu yê li wê bigerî. Beriya niha li kolanan hevalên me dihatin kuştin. Piştî di sala 2015an de bêhiqûqî derket astekî bilind. Piştî sala 2015an me edalet winda kir. Divê em demokrasiyê bihonînin. Divê lêgerîna me ya edaletê bidome. Em qala aştiyê dikin. Aştî ne ew e ku em bibêjin duh me nîqaş kir û îro em werin gel hev. Hişê çareseriyê heye. Ji bona wê divê pêvajo dilrast be. Pêvajoya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan hatiye destêpêkirin, bi xêr û xweşî ye. Ji bona wê divê pêvajo jî bi zelalî bi rê ve biçe. Kesek derkeve rê divê dawiyê jî bibîne. Em jî wekî gelê Tirkiyeyê divê pêşiya xwe bibînin. Hewceyî bi gavên ku baweriya gel pê were heye.”
Dema ku navê Girtîgeha Edirneyê tê gotin, Demîrtaş tê hişê mirovan. Beriya min divê Demîrtaş bihata berdan û niha li vir bûya. Ez îro li vir im, dixwazin di demekî nêz de jî ji bo Demirtaş werim vir û pêşwazîiya wî bikim. Ez natirsim ku dîsa bikevim girtîgehê. Ez dixwazim hemû hevalên me werin berdan. Ez û Demîrtaş birayê hev, hevrêyê hev bûn. Me pişta xwe dida hevdu. Ji bo jiyanek û Tirkiyeyek baş û civakek demokratîk em difikiriîn. Demîrtaş jî dibêjê çi dibe bila bibe lê bila aştî pêk were. Ez dixwazim bibêjim; ne tenê Demîrtaş di di serî de divê birêz Ocalan, Demîrtaş û hemû girtiyên azadiyê werin berdan û li derve bên cem hev.”
Mizrakli bi Beşikçi re axivî: Hûn him ronahiya me him jî şanaziya me ne
Mizrakliyê ku ev 7 salan girtî ma, bi İsmail Beşikçi re bi telefonê axivî.
Mizrakli weha got:
“Hûn him rêberên me, him pêşengên me, him jî nirxên me yên mezin in. Hûn him ronahiya me him jî şanaziya me ne. Roja ku hemû hevalên me di serî de Serok Selahattin azad bibin, dê bibe roja ku em ê bi rastî rehet bibin.”
Dê serdana gora Sirri Sureyya Onder bike
Tê çaverêkirin ku Mizrakli biçe Goristana Zincirlikuyuyê û serdana gora Sirri Sureyya Onder bike.
Mizrakli dê piştre derbasî Amedê bibe. Her weha dê li Amedê di destpêkê de serdana gora dê û bavê xwe û piştre jî dê serdana gora Mehdî Zana, Tahir Demirtaş, Tahir Elçi, Mehmed Uzun û İlhan Diken bike.
Tê çaverêkirin ku Mizrakli li Balafirgeha Amedê ji aliyê girseyeke mezin ve bê pêşwazîkirin.
Demirtaş: Êdî emanetî we ye
Dîroka tahliyeya Mizrakli cara yekem ji aliyê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ve di 5ê Îlonê roja Înê de ji raya giştî re hate ragihandin.
Demirtaş di nivîsa ku ji bo Mizrakli de weha gotibû:
“Di 5 salên dawî de ez emanetî wî bûm û ew jî emanetî min bû. Roja sêşemê destê sibehê dê ji vir derkeve û êvarê jî dê li Balafirgeha Amedê be. Êdî ew emanetî we ye.”
DEM Partiyê jî di daxuyaniya ku dabû de piştrast kiribû ku Mizrakli dê îro bê tehliyekirin.

Dadgeha Bilind cezayê Selçûk Mizrakli pesend kir
Peyama Mizrakli ya berî berdanê
Mizrakli pêş serbestbûna xwe li hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam weşand: “Sibehê, ji nû ve, bi hêvî û xoşewîstiyê re…”
Li gorî çavkaniyên DEM Partiyê tê çaverêkirin ku Mizrakli piştî ku ji girtîgehê derkeve dê pêşî li Stenbolê hinek serdanan bike û piştre derbasî Amedê bibe.
Gelek rêveberên DEM Partiyê li ber Girtîgeha Edirneyê kom bûne û li benda Mizrakli ne.

Kayyûm li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine tayînkirin
Pêvajoya darizandina Mizrakli
Adnan Selçuk Mizrakliyê HDPyî, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de ji sedî 62ê dengan bi dest xist û wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin.
Wezareta Karên Navxweyî di 19ê Tebaxa 2019an de Mizrakli ji peywirê girt û li cîhê wî qeyûm erkdar kir. Mizrakli di 21ê Cotmehê de hate desteserkirin, roja din bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin.
9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 9ê Adara 2020an de bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli birî. 9emîn Daireya Cezê a Dadgeha Herêmî ya Amedê jî di Tîrmeha 2020an de cezayê Mizrakli pejirand.
3emîn Daireya Cezê a Dadgeha Bilind di Kanûna Pêşina 2022an de biryar bi sedema ku “lêkolîn kêm hatiye kirin û kêm û kurî di hêcetê de hebûye” betal kir. Lêbelê daxwaza tahliyeyê ya Mizrakli jî qebûl nekir. Di encama darizandina ji nû ve de, 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 29ê Mijdara 2023an de heman ceza birî.
3emîn Daireya Cezê a Dadgeha Bilind di 9ê Cotmeha 2024an de vê carê biryar pejirand û ceza teqez bû. Parêzerên Mizrakli piştî biryarê aşkere kiribûn ku ew ê weke takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Daxwaza Mizrakli ya di sala 2025an de ya derbasbûna girtîgeha vekirî û sûdwergirtina ji serbestiya bi şert jî ji aliyê Desteya Rêveberiyê û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hate redkirin.
Derbarê Selçûk Mizrakliyî de
Selçûk Mizrakli berê serokatiya Odeya Bijîşkan a Amedê kiribû û li Amedê û bajarên Kurdan bijîşkek naskirî ye. Mizrakli di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt û her wiha ew yek ji sazûmankarê Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê ye. Ew di hilbijartina giştî ya 24ê Hezîrana 2018an de bû parlamenterê HDPê yê Amedê. Her weha di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an de jî wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin.
Di 19ê Tebaxa 2019an de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyim li şûna wî tayînî erkdar kir. Piştî ku ji erkê hate xistin, di 21ê Cotmeha 2019an de hat desteserkirin û di 22ê Cotmehê de jî hat girtin.
(FY/AY)







