Fotograf: MA
Doza dadgehkirina Selçûk Mizrikli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ku qeyûm li şûna wî hatibû taqînkirin, li Amedê pêk hatiye. Mizrakli bi rêya Sîstema Deng û Dîmengirtinê (SEGBİS) beşdarî danişînê bûye. Parêzerên wî Zulal Erdogan, Mehmet Emin Aktar, Cihan Aydin û Muhsîn Bîlal li salona dadgehê amade bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê her weha Hevseroka Koma Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseraka Giştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar jî beşdarî danişînê bûne.
Dozgerî xwestiye ku Mizrakli neyê berdan û dadgehkirina wî bi vî awayî berdewam bike. Mizrakli û parêzerên wî li dijî vê biryarê derketine.
“Nebin şirikê vî sûcî”
Cîhan Aydin, parêzerê Mizrakliyî û Serokê Baroya Amedê li dijî daxwaza dozgerî wiha gotiye: “Divê birêz Mizrakli demildest were berdan. Ji bo girtinê ti sedemek nîne. Em bang li we dikin û dibêjin nebin şirîkê vî sûcî. Li vir sûcek hatiye kirin. Hin delîl dijqanûnî hatine komkirin. Ji ber sedemên dijqanûnî miwekilê me girtî tê dadgehkirin. Bi şertê kontrola edlî be jî divê were berdan û ez berdana wî dixwazim.”
Mizrakliyî jî li dijî beşdariya bi rêya SEGBİSê derketiye û gotiye ew ê careke din bi vî şêweyî beşdarî danişînê nebe.
Piştî ku navber dane danişînê, heyeta dadgehê biryara xwe daye û Mizrakli bernedaye. Dadgehkirin wê di 9ê Adarê de berdewam bike.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (FD)