Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û yek ji parêzerên Buroya Hiquqê ya Gel Selçûk Kozagaçli hat desteserkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel aşkere kir ku Kozagaçli duh saet derdora 22.00ê hatiye desteserkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.
“Behsa derbkirinê ya di dema desteserkirinê de kir”
Parêzer Mûrat Çelîkî piştî ku bi şev li Midûriyeta Emniyetê hevdîtin bi Kozagaçliyî re kir daxuyanî da çapemeniyê:
“Kêfa wî li cî ye, hezkirin û silavên xwe şand. Got ku dema ew ji buroyê (ya li Çaglayanê) derdikeve û diçe civîna ku wê bi serokên baroyê re bike, di rê de çar pênc polîs bi darê zorê wî dixin wesayitê û desteser dikin. Polîsan jê re gotine ku biryara desteserkirinê ji bo wî heye. Rewşa wî ya niha gelekî baş e, ew ji bo tiştên bi vî awayî amade bû.
“Qasî ku ez dizanim dosyeya wî ya desteserkirinê û ya 15 parêzerên ku berê hatibûn girtin heman e. Li ser şahidî û îfadeya kesekî hatiye desteserkirin.”
Yeşîl: Parêzerê Soma û Nûriye û Semîhî ye
Serokê ÇHDya Stenbolê Gokmen Yeşîlî jî wiha got:
“Serokê me yê giştî bi şêweyekî dijhiquqî hat desteserkirin. Her wiha ji bo 110 parêzeran di çarçoveya lêpirsînê de biryara sînordarkirinê heye.
Dixwazin ku doza Somayê, doza Nûriye û Semîhî bê parêzer bihêlin. Ev operasyon tenê ne li hemberî ÇHDyê ye, operasyoneke wisa ye ku dixwazin muxalefeta civakî biçewisînin.”
Komele hatibû girtin, 18 parêzer jî girtî ne
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya hejmar 677ê ya di çarçoveya Rewşa Awarte de hatibû weşandin, 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016yê hatibû girtin ku di heman demê 375 komele û 9 saziyên medyayê jî hatibûn girtin.
14 parêzerên Nuriye Gülmen û Semih Özakçayî beriya daneşîna wan bi rojekê hatibûn girtin ku parêzerên ÇHD yên şaxên Stenbol û Enqereyê û yên Buroya Hiqûqê ya Gel jî di nav wan de bûn.
Didem Baydar, Şükriye Erden, Ayşegül Çağatay, Ebru Timtik, Aytaç Ünsal, Zehra Özdemir, Yağmur Ereren, Engin Gökoğlu, Süleyman Gökten, Aycan Çiçek, Naciye Demir, Behiç Aşçı, Barkın Timtik û Özgür Yılmaz ji 21ê Îlonê heta niha girtî ne. Piştî wan bi 10 rojan parêzer Ahmet Mandaci jî hatibû girtin. Her wiha parêzerek stajyer jî girtî ye.
Di 27ê Çiriya Pêşiyê de jî Özlem Gümüştaş û Sezin Uçar parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan beriya daneşîna doza Pirsûsê hatibûn girtin. (AS/FD)