Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî gengeşiyên “paşxistina hilbijartinê” daxûyanî daye.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî weha gotiye:
“Li gor agahiyên hatine, di demek ku her kes bi vê karesatê re mijûl e, ferman ji grupeke hiqûqnas re hatiye dayîn ku kar li ser paşxistina hilbijartinê bikin. Careke din bi vî awayî dixwazin destûrabingehîn binpê bikin.”
“Li gor xala 78 a destûra bingehîn, hilbijartin tenê li parlementoyê û di rewşeke şer de dikare were paşdexisitin. Îstîsnaya vê yekê tune ye.
“Parlemento tunehesibandin û paşdexistina hilbijartinê, bi awayek vekirî darbeya siyasî ye.”
“ “Tevî ku sûcekî destûra bingehînî ye hilbijartin carekê were bipaşxistin dê rê li ber vê vebibe û êdî kes nikaribe biryara hilbijartinê ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê bigire.
“Erdhej karesat e, ji bo derbasbûna diktaturiyê ne kerema Xwedê ye.”
“Xelk nahêle wiha bibe.”
Roja Duşema 6ê Sibatê saet 04:17ê piştî erdheja yekem a bi pileya 7.7 li navenda navçeya Pazarcika parêzgeha Mereşê, duyemîn erdheja bi pileya 7.6 ku navenda wê navçeya Elbistanê ye di saet 13.24ê rû da. Li Mereş, Hatay, Meletî, Semsûr, Dîlok, Riha, Edene, Osmaniye, Amed, Kilîs, Elezîz, wêraniyeke mezin pêk hat. Zêdeyî 30 hezar kes mirin û zêdeyî 80 hezar kes jî birîndar bûne.(AS/AY)