Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê bere yê Giştî yê HDPyê ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Edîrneyê nameyek ji hunermend Şivan Perwerî re şandiye.
Şivan Perwerî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî name bi sernavê “Peyamek ji mîhengê netewa me, rêzdar Selahaddin Demirtaş ji bo Mamoste Şivan Perwer” weşandiye.
Demîrtaşî di nameya xwe de gotiye ku “Ez helwesta hunermendên me ji bo Yekîtiya Netewî bi dilxweşî û serefirazî dişopînim” û spasiya wan kiriye.
Demîrtaşî di nameya xwe de wiha gotiye:
"Mamoste, Selavên te li ser çav û seran! Ez gellekî dilşad bûm. Zor spas dikim û hêvîdarim moralê we bilinde û tendirustiya we başe... Gerek gelê me û gerek hemû mirovantî, ez bawerim wê di vê pêvajoyê de bi têkoşîna raman û rewana netewî pêkve serefiraz derbas bikin. Ez helwesta hunermendên me ji bo Yekîtiya Netewî bi dilxweşî û serefirazî dişopînim . Hêvîdarim çalakiyên we bi gernasî û bê tirs berdewam bin. Di kesayetiya we de, ji bona hemû hunermendên Kurd Rêz û Silavên xwe yên germ û dilvîn dişînim û serkeftin û serefiraziya we her dixwazim... Bendewar û bawerim ku emê li pêşerojê di rojên azad de hevudû bibînin..." |
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye. (FD)