Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Namzetê serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaşî ji bo jineka li vîdeoyên wî gelek temaşe dike nameyek şandiye.
Parêzerê Demîrtaşî Mahsunî Karamanî nameya Selahattîn Demîrtaşî ji bo jina bi navê Dayika Xano şandî parve kiriye.
Demîrtaşî di nameyê de nivîsîye:
“Dayika Xano ya qedirbilind. Min bihîst ku tu li vîdeoyên min temaşe dikî. Xwedê emrekê dirêj û silamet bide te. Ez bi xwe dê li nik te ji bo te bistirim. Te hay ji xwe hebe. Destên te maç dikim.”
(ŞA/MB)