Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Edirneyê ji bo Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nameyek şand û daxwaza tehlîyekirina xwe kir.
Demîrtaş di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de bi daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi biryara Serdadgerîya Dadgeha Amedê hatibû girtin.
Dozger dixwaze Demîrtaş ji 42 salan heta 142 salan di girtîgehê de bimîne.
Hemî axiftinên min li parlamenê bû
Selahattîn Demîrtaşî eşkere kir ku ew axiftinên wek sûc jê re hatiye hesibandin hemî axiftinên wî yên li parlamenê ne û li gor Makeqanûnê, Dadgeha Bilind a Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê ew bê tehlîyekirin.
Demîrtaşî eşkere kiriye ku mafê wî yê xweparastinê tê binpêkirin. (NV/MB)