Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê berê yê Partîya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaşî îro li ser hilbijartinên Stenbolê Twîtek daye weşandin.
Demîrtaşî di Twîta xwe de gotiye:
7- Bugün için, Sn İmamoğlu’nun söyleminin desteklenmesi gerektiğine inanıyoruz. Çünkü biz birlikte güzeliz. HDP olmadan, HDP’yi dışlayarak hiçbir şey yeterince güzel olmaz. Birileri de artık anlasın ki, “zorla güzellik" de olmaz. Hepinize özlemle, yürek dolusu selamlar...
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) 18 Haziran 2019
“Ji bo vê demê, em difikirin ku divê piştgiriya fikrên ku Îmamoglu behsê dike bê kirin. Ji ber ku em bi hev re spehî ne. Bêyî HDPyê, bi dûrkirina HDPyê ti tişt nikarin têr xwe spehî be. Êdî bila hin kes jî fêm bikin bi darê zorê kar naçe milê.”
Hilbijartin hatibû betalkirin
Hilbijartina birêvebiriyên herêmî 31ê Adarê hatibû kirin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) eşkere kiribû ku delîlên betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yek bi yek têrê nake ku hilbijartin pê bê betalkirin, lê belê dema li hemî delîlan bi hev re bê nêrîn divîya hilbijartin bihata betalkirin.
Bixwîne - Serokên lijneyên hilbijartinê dê ji bo hilbijartina nû erkdar bin
Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 6ê Gulanê hatibû betalkirin. Biryara Delîldîyarkirî piştî 16 rojan hatibû weşandin.
7 endamên eslî û 4 endamên cihgir yên YSKyê kom bûne û biryar daye. 4 dadgerên endamên lijneyê diyar kiribûn ku delîlên heyîn têrê nake ku hilbijartin bê betalkirin.
Çima divîya betal nebûya?
AKPyê diyar kiribû ku ji ber hin berpirsên sindoqa ne karmendên dewletê bûne divê hilbijartin bê betalkirin lê çar endamên YSKyê diyar kirine ku ew yek têrê nake hemî hilbijartin bê betalkirin.
Çima divîya betal bibûya?
Endamên YSKyê yên ku biryar dabûn ku hilbijartin betal bibe diyar kirine ku “ferqa dengên Ekrem Îmamoglu(CHP) û Binali Yildirimî 13 hezar û 729 deng in. 754 berpirsên sindoqan ne li gor qanûnê hatine hilbijartin û ev yek dikare encama hilbijartinê biguhere.”
Li gor biryara YSKyê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê 23yê Hezîranê bê kirin. Herweha li şûna Ekrem Îmamogluyî waliyê Stenbolê, Ali Yerlikaya wek wekîl bûbû şaredar.
(AO/MB)