Vêce şeveqê zû ez rabûm min dît ku diya min qelî û birinca ku êvarê hazir kiribû, dixista sîniyê û danî ser bergeşê. Piştre ji nişka ve hat bîra min ku diya min her serê şeveqê eydê ev taştê hazir dikir û hê kesî taştê nexwarî derdixist dida hin malên din. Vêce beriya wê jî çend caran ji min re behsa taştêya miriya kiribû niha jî ji bo xwînerên bianet-kurdiyê min careke din jê pirsî ku ji bo çi vê taştê derînin belav dikin ma mirî jî birçî dimînin!
‘Lawo taştê li ber serê miriyan digere’
Dema min pirsî û gota ma qey mirî jî birçî dibin, diya min gote: “Keça min ji zemanê berê ve, em vê taştê derînin. Rehmetiya diya min jî beriya ku em taştê bixwin pêşî taştêya miriyan derdixist û dida ciranên xwe yên feqîr. Vêce ez jî wulo didim û malên ku di eydê îmkana wan nebe xwarinên ji xwe re çekin, mirov taştê dibê ji wan re. Ev xêreke mezin e. Ne ku mirî jî birçî dimînin, xêra ji bo wa ye. Lawo taştê jî li ber serê wan digere. Mirî tenê rojê eydê divê her rojên êvarên înê yan taştê yan jî şîva miriya mirov ji mala xwe derîne û bide malên xizan. Lê eydê divê hinekî zêdetir mirov bide.”
Piştî ku diya min taştêya miriya derxist ez jî li dûv derketim min dît ku ji taxa me jinxala Wesfiya jî taştêya mirîyên xwe derîne, dibe dide cîraneke xwe.
Dora belavkirina şekir e
Piştî ku diya min û çend malên cîranên me taştêya miriyên xwe belav kirin êdî şekirên xwe danîn ber çoka xwe û li hêviya zarokan man de ku şekir bela bikin. Dema hinekî berjêr bûm min dît ku jinxala Fexrîya jî şekirê ji bo zarokan û yê ji bo mezinan daniye ber çoka xwe û li benda zaroka ye.
Zarok û şekirê eydê
Piştî taştêya miriyan min dît ku li taxa me (taxa Cûdî) zarok serê şeveqê li 8’an di destê wan de poşet mal bi mal ji bo şekirên eydê geriyan. Min jî şeveqê zû xwe hazir kiribû ez jî bi wan re li kolanên taxa Cûdî geriyam.
Ka eydên me û ka yên niha
Kelecana zarokan ya ji bo daneheva şekerê eydê li her kolan, mal û li ser her rêyeke li taxa Cûdî li ber çavê mirov dikeve. Di eydên berê yên zaroktiya me de em serê şeveqê bi banga mele re radibûn lê eydên niha û zarokên niha ne wulo ne. Saet di navbera 08:00-09:00’ên şeveqê de derkevin siqaqan mal bi mal li şekir digerin. Ne wek cejnên di heyama me de be jî zarok hê jî bi kelecan li cejnê digerin û şekir didin hev.
Zarok êdî pereyan jî didin hev
Lê divê mirov bêje ku ferqeke din jî di navbera cejnên berê û yê niha de heye; di dema me de me tenê du cureyên şekir ên wek ‘şekirê zilaman û şekirê zarokan’ hebû. Lê dema me poşetê xwe bi şekirê zilaman tije dikir wê demê em dibûn zarokên herî bi dewlemend. Lê zarokên niha hem şekirê zilaman û yê zarokan didin hev hem jî bêyî pereyan didin hev.
(WT/AY)