Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê sedema cezakirina Kemal Sancili, Xwediyê rojnameya Ozgur Gundemê, Înan Kizilkaya, Midûrê Karûbarên Nivîsan, Zana Kaya, Berpirsê Giştî yê Weşanê û Eren Keskîn, Berpirsa Giştî ya Weşanê ya Nobedar aşkere kiriye. Dadgehê di doza esasî ya Ozgur Gundemê de li ser hev 21 sal ceza li van kesan birî bû.
Dadgehê ji bo sedema cezakirinê “têgihiştineke mafên mirovan a milî” parastiye û wiha gotiye: “Dema mirov li nûçeyên ku Ozgun Gundemê weşandine dinêre, bi awayekî aşkere dibîne ku têkoşîna Hêzên Çekdar ên Tirkan a li dijî PKK/PYDyê dide dike hedef, di weşanên xwe de buxtanan dike û weke ku Hêzên Çekdar ên Tirkan di van operasyonan de li dijî hiqûqê tevdigere û bi zanebûn ziyanê dide sivîlan, dihêle ku kampanyayên ji bo rêxistina terorê û serokê terorê destpêkirine bigihên girseya alîgir, daxwazên girseya alîgir weke nêrîna giştî ya mirovên herêmê nîşan dide, nûçeyên mirina endamên rêxistinê weke ‘înfaz’ nîşan dide, heqaretê li hêzên me yên ewlekariyê yên şehîd bûne dike, her cure nûçeyên bêbingeh ên ku dihêle li dijî Tirkiyeyê nêrîna civakî çêbibe diweşîne, çalakiyên bixwîn ên rêxistina terorê dikin weke çalakiyên rewa nîşan dide, bi awayekî têkiliyê bi endamên rêxistinê yên li çoltaran re datîne û êrîşên xayîn weke êrîşên mafdar nîşan dide û hewl dide bi vî awayî alîgirên rêxistinê çalak be, fermanên ku rêxistin dixwaze ji girseya xwe re ragihîne diweşîne, weke ku bi polîtîkayên qaşo înkar/îmhayê re îşkenceya li welatiyên me yên binyad kurd tê kirin nişan dide, kîndariyê di nava gelî de çêdike û wan teşwîqî serhildanê dike. Ji ber vê sedemê armanca avakirina Ozgur Gundemê ne weşan e, hatiye nirxandin ku bûye ‘bultena çapemeniyê ya PKK/YPGyê.
“Di parastin û bi giştî polîtîkaya weşanê ya Ozgur Gundemê de rûyê xwînî yê rêxistina terorê û çalakiyên wê ji nedîtî ve tên û ew di bin perdeya mafên mirovan û mafparêziyê de tên veşartin. Helbet mafên mirovan, demokrasî, maf û azadî hîmên esasî yên jiyana mirovan û jiyana mirovî ne. Lê xwe di paş van têgehên bingehîn de veşêrin û di ser wan re dixwazin rêxistina yekgirtî ya dewletê ji holê rakin. Ev nabe liv û tevger û helwest nayên qebûlkirin." (HA/FD)