Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Sedat Pekerê ku bi gotinên “Em ê xwîna we birijînin û pê serê xwe bişon” gef li Akademisyenên Aştîxwaz xwaribû, ji hêla dadgehê ve hatiye beraetkirin.
Îro li 20emîn Dadgeha Asliyeya Cezayan a li Edliyeya Anadolûyê danişîna şeşem a vê dozê pêk hatiye. Peker dîsa beşdarî dadgehkirinê nebûye.
Parêzerên akademisyenan xwestin ku gumanbar bê cezakirin. Parêzerê Pekerî jî got ku divê nivîs di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê û ramanê de were nirxandin.
Dadwer Îmran Arik Ozcanî bi hinceta ku tohmetên lê tên kirin çênebûne, biryara beraetê ji bo Sedat Pekerî daye.
Pekerî beriya niha jî, gef li kesên ji serokomarî re digotin dîktator xwaribû û ji wan re gotibû “ez ê we bi stûnê alayê ve daliqînim”. Li dijî Pekerî doz hatibû vekirin lê 41em Dadgeha Asliye Cezayê ya Edliyeya Anadolûyê hatibû dadgehkirin û Hezîrana 2018ê beraat kiribû.
Çi bûbû?
Piştî Akademîsyenên Aştîxwaz danezana “Em Nabin Hevparê vê Sûcê” ragihandibûn, Sedat Peker gef li wan xwaribû. Li ser gilîkirinê wê demê derbarê Pekerî de doz hatibû vekirin.
Sedat Pekerî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha gotibû: “Kesên qaşo rewşenbîr, wê gog ewil ji bo we lêkeve. Em ê xwîna we birijînin û pê serê xwe bişon.”
Li gilîkirina EGÎTÎM-SEN, Komeleya Parêzerê Aştîxwaz û gelek akademîsyenan derbarê Sedat Peker de doz hatibû vekirin.
Di îdianameya ku Serdozger Ahmet Aslan amadekiriye de Pekerr bi gefxwarin û tehrîkirina sûckirinê ve tê sûcdarkirin.
Rûniştina yekem ya dozê 3ê Çileyê saet 10:00an de li Dadgeha Stenbol Anadoluyê çêbûbû.
Sedat Peker kî ye?
Peker ji ber sûcên “tehsîlatkirina bi tehtîdê, revadin û dîlgirtin, navtêdana kuştinê” 7 meh qaçax ma û piştre di 1998an de li Romanyayê hat girtin û wî anîne Tirkiyeyê. Derbarê wî de bi cezaxwestina 7.5 salan doz hat vekirin. Peker di 24ê Gulana 1999an de ji doza ku ligel 12 kesan ve bi “avakirina rêxistina çeteyan” dihatin dadkirin de, tehliye bû.
Derbarê wî de bi hincetên weke “rêxistina sûckirinê avakiriye, bi ser kargehê de gule reşandiye, tehdîtkirina huriyeta mirovan, derstdanîna ser malên xelkê ve 3 doz hatin vekirin û di du dozan de ceza girt.
Di 2013an de ji ber doza Ergenekonê jî hat girtin û 10 meh di girtîgehê hat girtin