Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mohammed Reza Şeceryan, yek ji navdartirîn hunermendên îranî, di 80 saliya xwe de li Tehranê koça dawî kiriye.
Homayoun Şeceryan, kurê Mohammed Reza Şeceryanî li ser hesabê xwe yê Instagramê duh bi şev zanyariya mirina bavê xwe aşkere kiriye.
Li Tehranê merasîmeke cenazeye ji bo Şeceryanî pêk hatiye. Paşê jî cenazeye wî birine Meşhedê. Wê li vir li Goristana Firdewsî were binaxkirin.
Şeceryan beriya niha bi çar salan diyar kiribû ku 15 sal in bi nexweşiya penceşêrê ye. Stranbêj çend meh in ku di beşa nexweşiyên giran de dihate dermankirin.
Mohammed Reza Şeceryan zêdetirî 50 sal in ku bi karê hunerê re mijûl e û besteyan çêdike.
Di sala 1979an de ji bo piştgiriya Şoreşa Îslamî ya Îranê, stran digotin. Lê di sala 2009an de ji ber ku piştgriya xwepêşandanên li dijî hikûmetê kiriye, konsertên wî hatine qedexekirin.
Li gorî nûçeya BBCyê, piştî mirina Şeceryanî, hezkiriyên wî li ber Nexweşxaneya Jamê ya li Tehranê kom bûne û stran strîne.
Dema Homayoun Şeceryan li ber nexweşxaneyê axiviye, hin kesên li wê derê kom bûne gotine “Mirin ji dîktarorî re”.
Şeceriyan di sala 1940 de li Xorasanê li Meşhedê ji dayik bûye. Bi dehan albumên muzîkê çêkirine. Gelek xelatên navdewletî wergirtine ku yek ji wan di sala 1998an de Xelata Picasso ya UNESCOyê e. (FD)
*Çavkanî: BBC Farisî, BBC Ingilîzî