Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di van demên paşiyê de tovê gelek heywanan kor dibe. Dûvrêza pandayan jî di rewşeka ‘’hessas’’ de ye.
Edward Wongî ji bo rojnameya New York Timesê sebebên seks-ne-xwaziya pandayan nivîsîne.
Yek ji sebebên sereke biyolojîk e. Pandayên mê di salekê de carekê ‘’fehil’’ dibin, ew jî ji 24 sietan heta 72 sietan dom dike.
Pandayên nêr an dê di wan sietan de ‘’karê xwe'' bikin an jî mecbûr in salekê xwe bigirin.
Pandayek da ku pandayeka/ê dî ji bo seks-kirinê hilbijêre divê wî/wê gelekê li xwe bîne. Divê pandaya/ê pê re seksê bike ji bo wî/wê ‘’bijare’’ be.
Yek ji sebebên dî jî ew e ku panda di bin êxsîrîyê de ne, dîl in.
Li gor lêkolînekê ji sedî 5ê pandayên nêr karîne di êxsîrîyê de seksê bikin. Piraniya pandayên mê jî nikarin di wê rewşê de seksê bike.
Yek ji sebebên dî jî bêtecrûbetîya pandayan e. Panda ji ber ku li nik pandayên dî seksê nakin, pandayên ciwan hînî seks-kirinê nabin. Zanyar da arîkariya pandayên ciwan bikin fîlmên seksa pandayan nîşanî pandayên ciwan dikin.(NV/MB)