Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 9. a Amedê biryar da ku Leyla Guven dê ji girtîgehê dernekeve. Leyla Guven ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) wekîla Colemêrgê ye.
Li ser fikir û daxuyaniyên wê yên li ser operasyona li ser Efrînê hatibû girtin. Leyla Guven 49 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Li gor biryara dadgeha navborî 25ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) ya 2019ê dadgeh dê li ser dadkirinê dewam bike.
Ji 55 parêzeran 3 parêzeran ew parastiye
55 parêzer ji bo parastina Guvenê çûne dadgehê lê dadgehê destûr daye bi tenê sê parêzeran ku wê biparêzin.
Parêzerê Guvenê, Serdar Çelebîyî ji bianetê re diyar kir ku serokê dîwana dadkirinê beşdarî dadkirinê nebûye.
“Leyla xanim, wekîla Colemêrgê ji ber weşandina peyameka li ser medyaya civakî hatibû girtin.
“Piştî ku hat hilbijartin û bû wekîl me daxwaza tehliyekirina wê kir. Dadgehê biryara tehliyekirinê da.
“Digel biryarê jî nivîsa tehliyeyê ji bo girtîgehê nehat şandin û girtîgehê heta êvarî Guven tehliye nekir. Ew li benda redkirina dozgerî/ê bûn.
“Delîlên bê komkirin nînin. Ew bi xwe wekîl e îhtimalek nîne ku bireve.
“Encama van hemî tiştan diyar dike ku biryar ne hiqûqî ye lê siyasî ye.”
Çi bûbû?
Ji beriya 48 rojan wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Bixwîne - "Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?"
Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Leyla Guven kî ye?
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet.
(PT/MB)