Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven, Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dabû destpêkirin, di 26em roja xwe de ye. Di 24em roja (1ê Kanûna Pêşiyê/Berfenbar) greva Leyla Guvenê de, Sebahat Tûncel Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 14 jinên din ên girtî aşkere kirine ku ew ê ji bo piştgiriya bi Leyla Guvenê re dest bi greva birçîbûnê bikin.
Greva Tuncel û jinên li Girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1ê ya Kandiraya Kocaeliyê wê 10 rojan berdewam bike.
Leyla Guven di Girtîgeha Tîpa e ya Amedê de tê girtin. Guven bi daxwaza ku “tecrîta li Îmraliyê ya li ser Abdûllah Ocalan, Serokê PKKyê bê rakirin” ji 31ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2018ê û vir ve di greva birçîbûnê de ye. Guvenê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew ê greva bêdor û bêdem berdewam bike.
Piştî vê biryarê, li girtîgehên cida cide girtî ji bo piştgriya bi Guvenê re dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtî wê çalakiya xwe 10 rojan berdewam bikin û paşê wê komeke din grevê berdewam bikin. (EKN/FD)