Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor encamên nefermî di referandûmê de dengê “erê” zêdetir e.
Li gor encamên Ajansa Anadolûyê eşkere kirîn, ji dengên di referandûmê de hatîn avêtin ji sedî 51,18 dengê “erê” ne û ji sedî 48,82 dengên “na”yê ne.
18 xalên Qanûna Bingehîn dê bêne guhertin. Li gor planê heta 19ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê hemî xalên nû dê bikevin di rewacê de.
Sê xal hene ku dibe ew di demeke kurt de bikevin di rewacê de.
*Serokkomar dê bikare bibe endamê partiyekê.
*Navê Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) dê bê guhertin. Navê wê dê bibe Lijneya Dadger û Dozgeran. Endamên lijneyê dê li şûna 23 kesan bibin 13 kes. Wezîrê/a dadê dê bibe serokê/a lijneyê, misteşarê/a wezîrî/ê dê di lijneyê de be, serokkomar dê 4 endamên lijneyê hilbijêre, parlamento dê 7 endaman hilbijêre.
*Ji bilî dadgehên disiplînê dadgehên leşkerî jî dê bêne avakirin.(NV/MB)