Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Krîza îklimê ji hêla gelek beşên civakê ve ji ber sedemên mafdar, bi taybetî di serdema ku em tê de ne, bi krîza ekolojîk re tê yeksan kirin. Heta carinan ev her du krîzên ku hevûdu xweyî dikin ji hev û wekî yek têne hesibandin.
Di anketên ku ji hêla KONDA û Nûçeyên Îklimê ve hatine kirin de, (2019) ji hêla% 71.4 ê civakê ve tê zanîn ku feraseta civaka Tirkiyeyê ya guherîna îklimê "di encama tevgerên mirovan de" ye. Lêbelê, dema ku pirsa sedemên guherîna îklimê tên kirin, tê dîtin ku ji ‘’tevgerên mirovan’’ bêhtir "windabûna daristan û deverên kesk" tê fam kirin û tê bîra mirovan.
Di vê gavê de, wezîfeyek dikeve ser milê rojnamegerîyeka îklîmê, ku bi domdarî berpirsiyarên krîzê û sedemên wê yên rastîn eşkere bike.
Çima rojnamegerîya Îklimê?
Ji salên 1990an ve, bi berxwedana Bergama, xwepêşandanên Aliağa û dûv re tevgera dij-nukleer, rojnamevanên bi tecrûbe yên di warê ekolojiyê de li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin, û ew li ber talankirina xwezayê, her çend di bin zor û zehmetîye de bin jî xebata xwe didomînin. Ger wiha be çima hewcedarî bi tiştek bi navê 'nûçegihaniya îklimê' heye?
Em dikarin qala du xalên sereke bikin ku rojnamegerîya îklimê ji rojnamegerîya jîngehê cuda dikin. Beriya her tiştî, bi qasî ku rojnamegerîya îklimê bi encamên vê hilweşînê ve têkildar in bi zanista îklimê û delîlên wê ve jî ‘eleqedar in.
Ji hêla din ve, berevajî nûçeyên ekolojîk, ên ku bala wan bi piranî li ser bûyerên 'herêmî' an 'neteweyî' ne, ragihandina îklimê xwedî bergeheka cûda ye, di nav de polîtîkayên îklimê yên navneteweyî û hilweşînên krîza îklimê û daxwazên edaletê ji hêla civakên navneteweyî jî di xwe de dihewîne.
Rola zanistê
Rola zanistê û zanyaran di derketina holê ya rojnamegerîya îklimê ya li cîhanê de, mîna ku di derketina polîtîkayên îklimê yên navneteweyî de, pir eşkere ye. Tevgera jîngehê ya 1960 û 1970an di 1980 de, bi bermayiyên pîşesaziyê ku li erd û warên Reşik an niştecihên Emrîkî hatin komkirin, hatin avêtin, veguherî tevgera dadweriya hawîrdorê/jîngehê.
Lê heya sala 1988an, dema ku James Hansen di Kongreya Dewletên Yekbûyî de ragihand ku sedema sereke ya germbûna gerdûnî belavkirina gazên serayê ye, polîtîka jî û têkoşîn jî li ser eksena hilweşîna ekolojîk pêşve çûn.
Piştî ku Panela Navneteweyî ya Guherîna Îklimê (IPCC), ku bi hezaran zanyar ji welatên cûda kom kirin û rapora xwe ya yekem (di 1990an de) weşand, ev rapor bû belgeya sereke ku hem Peymana Çarçoveya Guherîna îklimê ya Neteweyên Yekbûyî û hem jî polîtîkayên avhewa yên navneteweyî teşe girtin.
Ji hingê ve, nûçegihanîya îklimê, bi zanist û polîtîkayên navneteweyî û neteweyî û herêmî yên ku ji hêla daneyên zanistî û tevgerên civakî ve li dijî van siyaset û kêmasiyan ve mijûl dibe.
Têkiliyên rojnamegerîya îklimê bi zanist, siyaset û dadmendiya civakî re di çarçoveyên pir cûda de têne nîqaş kirin. Ji vegotina zanîna zanistî ya bi zimanê rojane tê ravekirin bigire heya ziman û derbirîna ku dê bikarhênerên medyayê çalak bike, gelek warên lêkolînê yên cihêreng hene.
Lêbelê înkarkarîya zanista îklimê, eşkerekirina berpirsiyarên siyasî û aborî yên krîzê, û daxwaza dadmendiya civakî wekî pirsgirêkên ku hewce dike rojnamegerên îklimê bi berdewamî lê bikolin û bi ser de biçin derdikevin pêş.
Ji gumanê bigire heya bi înkarê
Di salên 90an de, dema ku hêj navê rojnamegerîya îklimê nehatibû danîn, rojnamegeran bi zanebûn an bi nezanî di zanistê de nerînên "cûda" yên "dijber" derxistibûn pêş ji bo ku raporkirineka objektîf bikin, nemaze li welatên di hilberînerên sotemeniya fosîlî de şi pêş wek; DYE û Avustralya.
Dema ev yek dikirin jî wan wisa destnîşan dikirin ku weke sedemên bingehîn ên guherîna îklîmê dibe ku 'ne mirov’ bin, ev yek wisa îma dikirin. Cudahîyên piçûk ên di pêşbîniyên zanyaran de, yên ji bo pêşerojê, wekî nakokîyan hatin pêşkêş kirin.
Helbkî, zanist dipejirîne ku sedema 'germbûna gerdûnî' îro jî, wekî wê hingê, bikaranîna sotemeniyên fosîlî yên pîşesazî û bingeha enerjiyê ne. Îro, ji van vegotinên dijber re êdî "rojnamegerî" tê gotin û ji lêpirsîna zanista îklimê re jî ’înkarkarî’ tê gotin, ne ‘gumankerî’ ye.
Pirtûka Merchants of Doubt (2010), ya ku ji hêla Naomi Oreskes û Eric Conway ve hatî nivîsandin û paşê hat belgekirin, nîşan dide ku şîrket stratejiyên ragihandinê yên bi vî rengî li ser gelek pirsgirêkên jîngehê, ji hilberînerên tûtinê biguherîne heya guherîna îklimê, bikar tînin û bi pêşkêşkirina daneyên zanistî ve rastiyê vedişêrin her weke ku nîqaşê dikin.
Ew ji mêj ve dizanin
Em dizanin ku Exxon Mobil, ji dawiya 1970an ve lêkolîna modelkirina îklimê pêk tîne û tevî vê yekê ku di sala 1977an de şewatên fosîlî bûn sedema germbûna gerdûnî û vê agahîyê ji raya giştî vedişêre, ev yek jî di 1982an de hate belge kirin ku ew dikare bibe sedema karesat û encamên bêveger.
Lêkolîn û xebatên girîng ên vê şîrketê hene, yên ku hewl didin li ser siyasetmedaran û medyayê bandorê bikin û raya giştî bi saya saziyên ramîner ên ku li DYE û Ewropayê ji bo sotemeniyên fosîl hilberînin.
Mîsal, DYEyê di hin ji van xebatan de, lêkolîn li koalîsyonên dij-îklim/zanistî yên di navbera salên 1989-2015an de yên 2000 şîrketan kirine û derketiye holê ku di nava van 26 salan de ji 179 şîrketên herî zêde berbiçav in ji sedî 33yên wan di sektorên komir û petrolê de, ji sedî 18ê wan di sektorên ceyranê de ji sedî 7ê wan jî di sektorên otomotîvan de faalîyetê didin nîşandan.
Koalîsyona îklimê ya Cîhanî (Global Climate Coalition ) Yekemîn koalîsyona bîra ramanê ya dij-îklim/zanist e ku di 1989an de hatiye damezirandin, bi şîara 'objektîv be' dibe alîkar ji bo 'hevsengîya' ramanên îklimê di medyayê de.
Fotograf: Jefferson Siegel/ The New York Times
Sazîyên li dijî zanista îklimê ne
Lêkolînên din ên vê dawiyê nîşan didin ku saziyên ramanê yên dij-zanista îklimê yên li welatên Yekîtiya Ewropa yên wekî İngilîstanê, Elmanya û Fransayê jî zimanê koalîsyonên li DYEyê qebûl dikin.
Belgeyên ku di navbera 1994 û 2018an de ji hêla heşt rêxistinên bingeh-YE ve hatine hilberandin, di nav de Enstîtuya Karûbarên Aborî (Institute of Economic Affairs/IEA) û Weqfa Siyaseta Germbûna Gloverî (The Global Warming Policy Foundation/GWPF), têne analîz kirin.
IEA rêxistina piştevaniya sotemeniya fosîlê ya herî kevn e (1955), ku BP jî di nav damezrînerên wê de ye. Ji sedî 22,23 nivîsarên nirxandî yên saziyên ramanê îdîa dikin ku tiştek wekî guherîna îklimê û germbûna global tune ye, Ji sedî 37.3 jî dibêjin ku guherîna îklimê heye, lê ew ji hêla mirovan ve nayê çêkirin. Nivîsên ku îdîaya wan jî ew e ku "Guherîna îklimê heye, lê pirsgirêkên me yên ji vê girîngtir hene" ji sedî 9.23 ne.
Reva ji berpirsiyarîyan û paşguhkirin
Herçend di heyama piştî Peymana Parîsê (2015) de, teşeya înkarê, ku bi îdiaya "guherîna îklimê tune ye" tê kirin gav bi gav kêm bûbe jî mixabin, înkarkarîya nû ku xwe bi îdiayên wek "sedema guherîna îklimê ne mirov in" an "pirsgirêkên me yên girîngtir hene" îfade dike mixabin hîn jî bibandor e.
Formeka din a înkara îklimê heye ku li cîhanê û li welatê me belav e û ji hêla aborî ve herî kêm mesref e: paşguh kirin. Nimûneyeka vê yekê News Corpa Rupert Murdoch's e, ku serokê yek ji monopola medyaya herî mezin a cîhanê ye.
Rojnameya The Australian ya xwediyê wê Murdoch e, bi berfirehî hatibû rexne kirin ji bo ragihandina şewatên (2019) li Avustralyayê bi tawanbarî û gumana 'şewitandinê' bê ku delîlek li pişt wê hebe kiribûye nûçe, û ji ber ku tu caran behsa ziwabûna ji ber sedema guherîna îklimê û piştgiriya hikûmetê ji bo projeyên sotemeniya fosîlî nekiribû.
Dema ku kurê Murdoch, James, bi jina xwe re îstifa kir, got ku ew ji ber wê helwesta wan a înkara îklîmê ya şîrketê nerehet in. Paşî, dema di civîna salane ya karmendan de jê hate pirsîn, Murdoch neçar bû ku bêje, "Em ne înkarkerên îklimê ne".
Bi berdewamî pere dikevine berîkên lobîyên sotemenîyên fosîlî
Di vî warî de mînakek din a pir nû di vê mijarê de ev e ku Dadgeha Hollanda daxuyanî daye şîrketên weka Royal Dutch, Shell û BP yê ku heta sala 2030an emîsyona xwe ji sedî 45 kêm bikin û heta sala 2050an bînin net sifirê, lê rêxistineka jîngehparêz ev daxuyanî bi raporekê pûç kiriye.
Li gorî raporê, gelek şîrketên cîhanî, tevî van şîrketên sotemeniya fosîlî, hedefên xwe yên "net sifir" eşkere dikin û her weha veguhastina pereyan di nava lobîyan de berdewam e. Armanca van lobîyan bi gelemperî ew e ku bi riya medya û siyasetmedarên kevneperest bandorê li pêvajoyên biryarê bikin.
Rû bi rûkirina polîtîkayên îklîmê bi rêya kedkaran
Tektîkeka din ku ji hêla lîderên siyasî, yên ji nêz ve bi lobiyên sotemeniya fosîl ve têkildar in ew e ku, da ku ji bexşînên ku van şîrketên di kampanyayên xwe de didin mehrûm nemînin, rûbirûbûna karkeran an raya giştî ya derbarê polîtîkayên îklimê ye.
Li Ewropa mînaka vê ya herî berbiçav ev bû; Rêberên wekî Macron û Trump bûn ku hewil didan hem tevgera civakî û hem jî îklim û tevgerên ekolojiyê yên bi îdîaya li dijî wan bêrûmet bikin bi gotina ku helwesta tevgera ‘êlekên zer’ li hember baca karbonê bûye sedem ku ew derkevin kolanan.
‘Êlekên Zer’ hem di daxuyaniyên ku wê demê weşandibûn û hem jî di hevpeyvînên paşê de bi wan re hatibûn kirin eşkere kirin ku ji bo pirsgirêkên ekolojîk divê polîtîkayên cidî werin kirin, û danîna baca li ser xizanan ji bo dewlemendkirina ultra-dewlemendan berevajî bibe.
Li Tirkiyeyê şêweyê înkarê guheriye
Li welatên mîna Tirkiyê, ku hilberînerên sotemeniya fosîlî nîn in û komir û gaza xwezayî ya ku ew dixwin ji welatên din tînin, înkarkerbûn di rengek cûda de pêk tê. Welatên wekî Hîndîstan û Tirkiye, ku di salên 1990î de hêj pêvajoya xweya pîşesaziyê xelas nekirine, berevajî welatên xwedan astên aborî yên pêşkeftî, hertim hebûna guherîna avhewa û bandora wê ya mirovî qebûl dikin.
Lê ew dibêjin, "Guherîna îklimê heye û welatên Rojavayî yên pêşketî berpirsiyar in". Her çendî ev hêmanên dij-kolonyalîst hebin jî, di heman demê de bû sedem ku medya Hindî zimanek netewperwerî bipejirîne, nemaze jî di serdema Peymana Parîsê de.
Vebijêrkek dereng a vê retorîkê jî ji sala 2018 ve, dema ku tevgera avhewa ji nû ve zindî bû û rapora IPCC 1.5 pileyî banga banga lezgîn li biryargirên siyasî kir, li Tirkîyeyê jî hate dîtin.
Sabah û Star, her du rojnameyên nêzîkî hikûmetê, dema bersîva tawanbariyên li Tirkiyeya peymana Îklîmê ya Parîsê îmze nekiriye dihatin kirin û çalakvanên ciwan giliyê wê li cem NYyê dikirin, gazincên xwe ji ber gotinên Greta û hevalên wê yên ku ne welatên herî zêde emisyonê çêdikin lê Tirkiyeya bi tenê ji sedî 1 emîsyonê çêdike dikirin û “mafê geşedanê” yê Tirkiyeyê diparastin.
*Piştî bertekan ji Şaredariya Kadikoyê xwestibûn îllustrasyona Greta Thunbergê rake ku li dîwarekî avahiyekî hatibû xêzkirin.
Daxwaza berpirsiyarî û ‘edaleta îklimê
Ev rastiyek e ku berpirsiyariya dîrokî ya welatên Rojavayî yên pîşesazkirî di warê emîsyonan de derdikeve pêş. Li gorî daneyên Oxfamê yên îlona 2020an, di navbera salên 1990 û 2015an de, ji sedî 52ê gazên serayê yên tevahî (komker) ji hêla 10ê herî dewlemend ê cîhanê ve hatine derxistin.
Lêbelê, divê were zanîn ku Tirkiye di sala 2017an de ji %î 1,2yan li Ewrûpa duyemîn welatê herî mezin e û di cîhanê de di nav panzdeh jorîn de ye. Wekî din, pirsgirêkek din a ku welatên pêşkeftî di bin navê 'mafên geşedanê' de vedişêrin ev e ku newekheviyên di belavkirina hatinê de domdar dimînin an zêde dibin, ku beşên jixwe dewlemend ên civakê ji vê geşedan û mezinbûnê sûd werdigirin ji bilî beşên xizan ên civat.
Lêkolînek nû ya li ser bingeha daneyên TUIKê eşkere dike ku zêdebûna hatiniya ji sedî 1ê herî dewlemendên li Tirkîyeyê di navbera 2006 û 2019 de li gorî yên mayî gellek mezin bû.
Şîrketên di vê % 1ê herî dewlemend de ne, şîrketên ku me her gav di sektora avahî û enerjiyê de bihîstiye, mînak weke Limak Holdingê ku di destpêka pandemîya Covid-19ê de der û dor bê av hişt, ku ji ber ava ku ji hêla santrala termîkê ya Yeniköy Kemerköy ve li der ve hat kişandin.
Bila mirovên Yırca, gelê Somaliyê, berxwedan û êşa wan, ku darên zeytûnan ji wan hatin stendin û bi navê 'geşedanê 'neçar kirin ku li van sektoran bixebitin bi veberhênanên ku di sektora sotemeniya fosîlî û salên AKPyî de, bêguman kes bi sotemenîyên fosîlî bi pêş ve jî neket.
Diyarkirina berpirsiyaran
Hin lêkolînên li ser daxuyaniyên çapemeniyê yên hilberînerên sotemeniya fosîlî diyar dike ka ev şîrket çawa bi sûcdarkirina bikarhênerên takekesî hewl didin ku rola xwe di belavkirina mezin a ji hilberîna bingehîn de veşêrin.
Ji ber vê sedemê jî, hin teorîsyen pêşniyaz dikin ku li şûna 'dewra mirovan' (anthropecene) a di krîza îklimê re bêjin 'ji hêla mirovan ve hatî rêve kirin' û serdema ku em tê de dijîn re bêjine ‘dewra mal û milk’.
Di nûçeyê de destnîşankirina kiryarên sereke yên kirîza îklimê bê gelo ew kî ne, dikare pêşî li kesekî bigire ku xwe di pergala kapîtalîst de, ku motora pîşesaziya sotemeniya fosîl e, ev yek dikare bike ku êdî dest bi çalakbûnê bê kirin.
Ji bo vê sedemê, rast danîna navên berpirsyaran tê vê wateyê ku kî rastî mexdûran tên û ‘edaletê dixwazin. Bi kurtasî, nûçegihaniya îklimê têkoşîneka domdar e ji bo bilindkirina dengê qurbaniyên rastîn ên krîza îklimê, li deverî û li seranserî cîhanê, di heman demê de lêpirsîna pîvanên zanistî û siyasî yên înkarê têne pêşandin.
(EBF/SO/VU/FD)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.