Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Enqereyê ji ber ku li ser medyaya civakî bertek nîşanî bombardimana hewayî ya Efrînê dane rojnameger, siyasetmedar û rojnameger jî di nav de polîsan bi ser malên gelek kesan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) di nava van kesan de nûçegîhanê Mayê Hayrî Demîr û Nûnera Enqereyê ya Arti TVyê Sîbel Hurtaş û derhêner Fatîn Kanat jî heye.
Seda Taşkin jî hat desteserkirin
Nûçegîhana MAyê Seda Taşkin, dema li Mûşê nûçe dişopand, 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê hatibû bi îdiaya ku "derbarê wê de gilîkirineke cidî heye" hatibû desteserkirin. Piştî 4 rojan desteserkirî mabû dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest hiştibû.
Dozgerî derbarê Taşkinê de daxwaza girtinê kiribû.
Seda Taşkina ku derbarê wê de biryara zeftkirinê hatibû derxistin, li Enqereyê hat desteserkirin.
Baysal û Karakaş jî hatibûn desteserkirin
Duh (22ê Kanûna Paşiyê) Îshak Karakaş Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Halkin Nabzi, Nûrcan Baysal nivîskara T24ê jî hatibû desteserkirin. Her wiha ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên derbarê Efrînê de polîsan bi ser mala nivîskar Azîz Tûnç û rojnameger Îsmaîl Eskînî de girtibû. Lê ji ber ku her du jî li derveyî welêt bûne nehatine desteserkirin. (EA/FD)