Sê meh in ku agahî ji edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmedî nayê wergirtin.
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1ê Çiriya Pêşiyê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25ê Çiriya Pêşiyê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDKyê ve hate revandin û ev sê meh in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Ehmedî, asayîşa PDKyê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed ne rojnameger e.” Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.
“Dosya di destê saziya îstîxbaratê de ye”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerê Ehmedî, Nerîman Ehmedî diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmedî da zanîn ku li gorî zanyariyên wan bi dest xistine, dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.
Ji bo aqûbeta Silêman Ehmedî bizanibin piştî windabûna wî komeke ji parêzeran hate avakakirin. Koma parêzeran da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmedî kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.
Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmedî berpirse.
Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDKyê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha têkildarî Ehmedî de ti daxuyanî nedane.
Rayedarên Rojnewsê çend roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn. (AY)