Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de bi hezaran kes ji karê wan hatibûn avêtin. Komîsyona Lênêrîna Rewşa Awarte diyar kiriye ku wan li 42 hezar daxwazan nêriye û biryar daye ku 3 hezar kes dê vegerin ser karê xwe.
Komîsyonê daxwaznameya 39 hezar kesn qebûl nekiriye. Herweha di dorê de 83 hezar daxwazname hene ku komîsyon dê lê binêre.
Bixwîne - TARIK ZÎYA EKÎNCÎ NIVÎSÎ - Şîroveya hewildana derbeyê û Rewşa Awarte
Piştî avakirina komîsyonê, 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê wê dest bi kontrolkirina daxwaznameyan kiribû.
Heke komîsyon daxwaznameyekê red jî bike ew kesên mexdûr dikarin di 60 rojan de dozê li Dadgehên Îdarî yên 19, 20, 21 û 22. ên Enqereyê vekin.
Daneyên li ser akademîsyenên ji karî hatîn avêtin
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, 312 Akademîsyenên Aştîxwaz ji karî hatine avêtin. Akademîsyenên Aştîxwaz ew akademîsyen in ku danezana "em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribû.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 672. di 1ê Îlona 2016ê de 43 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 675. di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de 24 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 677. di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de 15 akademîsyen ji karî hatin avêtin
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 679. di 6ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de 43 akademîsyen ji karî hatin avêtin. Du Akademîsyenên Aştîxwaz di 12ê Tîrmehê de bi hêceta wan civak xapandiye ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 686. di 7ê Sibata 2017ê de 184 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê li ser karmendên piştî hewildana derbekirinê ji karî hatîn avêtibûn amade kir.
Rapor ji 24 rûpelan pêk tê. Tê de hevpeyvînên bi 33 karmendên ji karî hatîn avêtin hene.
Piştî Hewildana Derbekirinê, di 21ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hat îlankirin. Di Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di hikmê Qanûnan de ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin.
BIXWÎNE: 4 hezar û 464 karmend ji karê dewletê hatin avêtin
*Ji 33 hezaran zêdetir dersdêr û karmendên Wezareta Perwerdeyê ji karê wan hatine avêtin.
*Ji 24 hezaran zêdetir polîs û karmendên Wezareta Navxweyî ji karî hatine avêtin.
*Ji 8 hezaran zêdetir leşker ji karî hatin avêtin.
*Ji 5 hezaran zêdetir akademîsyen ji karî hatine avêtin.
*Ji 4 hezaran zêdetir dozger, dadger û karmendên Wezareta Karên Navxweyî ji karî hatin avêtin.
*Ji 3 hezaran zêdetir karmendên Serokwezîrîyê ji karî hatin avêtin.
(EMK/MB)