Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Prof. Dr. Sînan Adiyaman, Dr. Ayfer Horasan û Dr. Şeyhmûs Gokalp Endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) piştî jêpirsîna wan a li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê vê sibê ji bo îfadeyê birin Edliyeya Enqereyê.
Gokalp li Amedê, Horasan jî li Wanê hatibû desteserkirin û ew biribûn Enqereyê.
Her sê doktor jî piştî îfadeya xwe dan dozgeriyê şandin Dadweriya Cezayan a Sulhê û Dadweriyê bi şertê kontrola edlî serbest man.
Heşt doktor hîna li Midûriyeta Emniyetê tên girtin
Parêzer Denîz Ozbîlgîn ji bianetê re got ku Prof. Dr. Mehmet Raşît Tukel, Prof. Dr. Taner Goren, Dr. Hande Arpat, Mehmet Sezaî Berber, Dr. Selman Gungor, Dr. Bulent Nazim Yilmaz, Dr. Fûnda Barlik Obuz û Dr. Dûrsûn Yaşar Ûlûtaş endamên din ên Konseya Navendî hîna li Şûbeya Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên girtin.
Piştî ji bo operasyona li ser Efrînê daxuyaniyek bi navê “Şer pirsgirekeke tenduristiyê ya gel e” belav kiribûn derbarê 11 endamên Konseya Navendî ya TTByê lêpirsîn hatibû vekirin, polîsan bi ser malên wan de girtibû û 30ê Kanûna Paşiyê li heft bajarên cuda hatibûn desteserkirin û hemû kes biribûn Enqereyê.
Parêzer Mûrat Yilmaz diyar kir ku di biryara lêgerîn û desteserkirinê ya dozgeriyê de doktor, di çarçoveya Yasaya Têkoşîna bi Terorê re ya hejmar 7/2yê bi tohmeta “propagandeya PKKyê” hatine sûcdarkirin.
Çi bûbû?
Piştî ku TTByê li hemberî operasyona li ser Efrînê belavokek bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e” belav kir Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 26ê Kanûna Paşiyê roja înê wiha gotibû: “Ev begefendîyana heta niha ti caran ne bûne xwecîh û milî” û wan weke “hezkirên terorê” bi nav kir.
Piştî vê daxuyaniyê TTByê daxuyaniyek belav kir ku ji 7 xalan pêk dihat û hat gotin ku “Konseya Navendî ya TTByê di vê pêvajoyê de bi berpirsiyarane û helwesteke yekîtiya doktoran nêrîna xwe aniye ziman.”
28ê Kanûna Paşiyê Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ew ê giliyê endamên Konseya Navendî ya TTByê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bikin.
29ê Kanûna Paşiyê piştî gilîkirina Wezareta Navxweyî derbarê TTByê de lêpirsîn hate vekirin.
30ê Kanûna Paşiyê polîsan bi ser malên wan de girtibû û doktor desteser kiribûn. (AS/FD)
* Fotograf: TTB, Twitter