Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mazlûm Abdî, Feremandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) pirsen Amberîn Zaman, ji malpera nûçeyan a Al-Monîtorê bersivandiye.
Mazlum Ebdî daye zanîn ku heke hewldanên ciddî ên DYA û Rûsyayê çênebin, dê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin û wiha gotiye: “Daxuyaniyên DYAyê yên li dijî gefên Tirkiyeyê, daxuyaniyên xurt nînin. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyeyê teqez daxuyaniyên xurt nînin. Hekd Tirkiye destûrê ji Washington û Moskovê negire, nikare li dijî herêmên di bin kontrola hêzên kurd de êrişeke bejahî pêk bîne. Heta ku ev hêz qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekin, dê nekare êrişeke bejahî pêk bîne. Heke êrişeke dagirkeriyê ya ji bejahî vê bê kirin, ev tê wê wateyê ku Rûsya û DYA’yê destûr da ye. Têkildarî êrişa dawî me bi muxatabên xwe yên amerîkî re hevdîtin kirin. Lê rewşeke pir nû ye lewma jî em bi hev re dinirxînin. Digotin ku li benda êrişeke wiha nebûn û rewşê dinirxînin. Hêvîdarim ku DYA li dijî erişên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me seknekî pir xurtir nîşan bide. Rûsya jî kêm zêde heman tiştan dibêje lê ev têrî nake. Li dijî êrişeke ji bejahî ve derdikevin lê ji Kobanê heta Minbicê, hemû herêmên rastî êrişên Tirkiyeyê tên, di bin kontrola Rûsyayê de ne.”
“Armanca Tirkiyeyê Kobanê ye”
Di berdewamê de Ebdî bal kişandiye ser sekna Şamê ya di mijara çareseriyê de û wiha gotiye: “Rûsya zexta pêwîst li Şamê nake. Pirsgirêka din jî ew e ku hikûmeta Şamê xwe bêalternatîf dibîne û di zîhniyeta xwe de israr dike.”
Her wiha Ebdî destnîşan kiriye ku armanca esasî ya Tirkiyeyê Kobanê ye û wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Kobanê, ji bo gelê kurd cihekî pir sembolîk e. Cihê ku têkoşîna me ya neteweyî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kirî ev dere ye. Her wiha cihekî stratejîk e. Di halê hazir de li dijî Kobanê tenê êrişên hewayî hene. Lê ji bo operasyoneke li dijî Kobanê hewcehî bi amadekariyên gelek mezin nîne. Her wiha Tirkiye bi HTŞê re tevdigere. Hinek deverên Efrînê bi dest xistin û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku li dijî me dibe ku bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Tirkiye dê hewl bide wan li dijî Minbic û derdora wê bi kar bîne.”
Ebdî, got ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir: “Dixwaze rêveberiya me ya xweser hilweşîne. Armanca wan a sereke ev e. Lê mijara herî nêz, hilbijartina li Tirkiyeyê ye. Erdogan û hikûmeta wan bi van êrişan dixwazin rewşa raya giştî ya Tirkiyeyê biguherînin. Beriya hilbijartinê du rê li pêşiya Erdogan hene. An dê bi tevgera kurd re li hev bike û ev yek dê bo wî di hilbijartinê de derfetan çêbike yan jî dê şer bide destpêkirin. Wan şer hilbijart. Erdogan, şer hilbijart.”
“Hukumeta Tirkiyeyê ji bo êrişî me bike provakasyon amade kir”
Têkildarî êrişa li Stenbolê jî Ebdî ev agahiyên balkêş dane: “Li gorî min, hikûmeta tirk ji bo li dijî me êrişekî bide destpêkirin ev provakasyon amade kir. Me gelek lêkolîn kirin û em gihiştin wê qenaetê ku êriş ji hêla komên muxalîf ên sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de ve hatiye kirin. Weke mînak; me tespît kir ku jina ji ber bicihkirina bombeyê hatiye girtin (Ahlam Albashir), ji malbateke DAIŞ’î ye. Ez vê agahiyê cara ewil e parve dikim. Sê birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin mirin. Yek li Rewqayê, yek li Minbicê û yê din jî li Iraqê hate kuştin. Birayê wê din jî li Efrînê fermandarê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Bi sê DAIŞ’iyên cuda re zewicî ye û malbata wê ji Helebê ye. Teqez tu eleqeya me bi teqînê re nîne û polîtîkayeke me ya wisa jî nîne. Em ê li dijî êrişên Tirkiyeyê xaka xwe biparêzin. Heke di nava sînorên xaka me de êrişî me bikin, em ê li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û li Cerablusê jî şer bikin. Armanceke me ya ku di nava xaka tirkan de bi wan re şer bikin nîne.”(SD/AY)