Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Herêma xweser ya Scotlandê herêma herî mezin a Brîtanyayê ye. Seroka Scotlandê Nicola Sturgeonê diyar kiriye ku ew dixwazin cara duyem referandûma serxwebûnê bikin.
Seroka Scotlandê Nicola Sturgeon çûye paytexta Îrlandayê, Dublînê. Ew û serokê Îrlandayê Leo Varakdar civîyane. Sturgeonê piştî civînê gotiye Scotland jî dê wek Îrlandayê bibe welatekê serbixwe.
Sturgeonê diyar kiriye ku çêdibe referandûm sala 2020ê bê pêkanîn.
Partiya Sturgeonê di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de ji sedî 37, 7 ê dengên herêma xwe stndiye.
Sala 2014ê li Scotlandê ji bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin û dengên na ji dengên erê zêdetir hatibûn dayin.
Birêvebiriya Brîtanyayê di wê qinaetê de ye ku divê cara duyem hilbijartin neyê kirin.
(PT/MB)