Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê piştî ku ji 28ê Tîrmehê û vir ve li ser hevî rabû, li 21 taxên navçeyên Elbak, Qelqelî û Payîzavayê gelek mal rûxiyan û bi sedan ajal mirin.
Di 31ê Tîrmehê de li Gundê Xaşkanê yê Elbakê, zêdetirî 15 xanî rûxiyane û bi dehan xanî jî nema bikêr tên. Piştî vê, di 3yê Tebaxê de jî li navçeya Rêya Ermûşê barana zêde ziyan gîhandiye avahiyên TOKIyê (Serokatiya Rêveberiya Avahiyên Komî).
Bixwîne - Li Wanê zarokê ku birûskê lê xistiye can daye
Piştî karesatê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê kampanyayek alîkariyê daye destpêkirin. Di nava vê platformê de Baroya Wanê, Odeya Doktoran a Wanê, Lijneya Koordînasyonê ya Wanê ya TMMOBê, Platforma Şaxên Wanê ya KESKê, Şaxa Wanê ya IHDyê heye.
Ziyan gihîştiye 60 xaniyî, 15 jî rûxiyane
Mûrat Atabay, Serokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê got, wan serdana Elbakê kiriye ku herî zêde lehiyê bandor li wir kiriye. Atabayî diyar kir ku li Gundê Xaşkanê ziyan gihîştiye 60 xaniyî û 15 jê jî bi temamî rûxiyane.
Serokê sendîkayê her weha got ku li gundikê Onikidereyê jî ziyan gihîştiye 11 xaniyan û wan kon li derveyî gund, li bexçeyê dibistanê vedane. Li gorî zanyariya ku Mûrat Atabayî da, gundî bêhtir li malên cîran an jî xizmên xwe dimînin.
Takva: Çi ji destê me tê divê em bikin
Nejdet Takva, Serokê Odeya Bazirganiyê yê Wanê her çend ne di nava platformê de be jî, diyar kir ku ew çûye cihê lehî lê rabûye, li wir du rojan maye û “rewş qet nebaş e.”
Tiştên pêdivî bi wan heye: "Dan û dû, mamaya zarokan, ava vexwarinê, betaniye, paçikên zarokan, pedên jinan, cilên binî yên jin û zarokan, cil û bergên mezinan, maske, lepik, dezenfektan û kolonya. Ji bo têkiliyê: 04322146169- 05455350665 |
(RT/FD)