Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pênc rêxistinên pîşeyî daxuyaniyeke hevbeş weşandiye û bal kişandiye ser nûçeyên derew û yên xapandinê.
Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC), Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyeyê (TYS), Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê (TURKYAYBIR), Komeleya Nivîskaran (PEN) û Komeleya Rojnamegerên Hemdem nûnertiya Stenbolê di daxuyaniya xwe de banga rojnamegeriya aştîxwaz kiriye.
Daxuyaniya saziyan wiha ye:
"Di sazkirina aştiya civakî de erka çapemeniyê ya kontrolkirinê heye. Rojnameger divê azadiya çapemeniyê û ya fikr û ramanê li gorî nirxên etîk ên navnetewî bikar bînin û gelan agahdar bikin. Di vî şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ku wê cîhanê bixe nava agirî, divê saziyên medyayê aştîxwaz bin û li gorî nirxên etîk weşanê bikin. Lê em dibînin ku di pratîkê de nêrînên şerxwaz û yên jiyana sivîlan ji nedîtî ve tên di programên TVyan de belav dibin. Em dibînin ku li ser medyaya civakî jî nûçe û nivîsên derew û yên xapandinê tên weşandin.
"Li divê em ji bîr nekin ku berpirsiyariyeke dîrokî ya rojnameger û nivîskaran a aştîxwaz heye. Li gorî Danezana Berpirsiyarî û Mafan a Rojnamegerên Tirkiyeyê rojnameger; divê di serî de aştî, demokrasî, serweriya hiqûqî laîsîzm û mafên mirovan; nirxên navnetewî yên mirovahiyê, pirdengiyê biparêze û hurmetê nîşanî cidahiyan bide. Weşanên ku di nava mirov, netew û gelan de nefret û dijminatiyê gûr dikin divê neke. Dema derbarê polîtîkayên netewî û navnetewî de weşanê bike di serî de divê mafê bidestxistina nûçeyan a gelî, rêgezên bingehîn ên rojnamegeriyê û pîvanên demokrasiya azadîxwaz li ber çavan bigire. Rojnameger dema nûçeyên xwe li ser hesabên medyaya civakî, malperan û blogên xwe biweşîne divê rewşê berovajî neke, araste neke û nexapîne.
"Em bang li rojnameger û nivîskaran dikin ku di krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ya hatiye asta şerî, divê alîgirê aştiyê bin û li gorî wê berpirsiyariyê tevbigerin ku çav û guhê civakê ne. Em li bendê ne ku Rûsya û Ûkrayna jî di vê pêvajoyê de ewlehiya canî ya rojnamegerên ji bo mafê bidestxistina nûçeyan û rastiyan a gelan kar dikin, saz bike.” (AÖ/FD)