Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ), komîsyonên ziman ên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de panelek li dar xist.
Di panela ku li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin de hiqûqnas Sabîr Ebdûllahîzad moderatoriya wê kir û parêzer Ekrem Koçbaşi û akademîsyenê Rojhilatî Dr. Îbad Îbrahîm jî weke axêver cih girtin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû gelan pîroz be!
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Sabîr Ebdûllahîzad axaftina destpêkê kir û her weha Piştre jî parêzer Ekrem Koçbaşi roja zimanê dayikê pîroz kir û got ku ji sedî 94 zimanên heyî ji hêla ji sedî 4ê mirovahiyê ve tê axaftin.

Saziyên kurdî li Stenbolê meşiyan: Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê
Ekrem Koçbaşi destnîşan kir ku li gorî texmînan ji sedî 90ê van zimanên heyî dê heta sala 2100an winda bibe û got:
“Li gorî teoriyê zindîtiya zimanekî bi faktorên statu, demografî û piştgiriya dezgehî tê pênasekirin. Perwedehî, çapemenî, saziyên sivîl û hwd. Di zindîbûna ziman de xalên gelek girîng in. Statu lawaz e, demografî xurt e, piştgiriya dezgehî lawaz e, derbasbûna navnifşî ber bi nemanê ve diçe. Dema mirov wisa lêdinêre li Bakur û Tirkiyeyê Kurdî di xetereyê de ye. Di warê parastina mafên zimanî de berpirsiyariya dewletê ew e ku rêz ji zimanên cuda re bigire, pêşbixe û biparêze. Tirkiye di asta rêzgirtinê de heye, lê di warê pêşxistin û parastinê de nîne û dixwaze vê pêvajoyê dirêj bike ku Kurdî ji holê rabe.”

Li Amedê parka “Gulistana Zimanan” vebû: Zimanê dayîkê maf e, bêdengkirin bêedaletî ye
‘Li Îraqê Kurdî fermî ye lê malperên fermî Kurdî bi kar nayînin’

Herî dawî Dr. Îbad Îbrahîm ku bi rêya telekonferansê tev li panelê bû, mijara rewşa zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê vegot. Îbad Îbrahîm diyar kir ku li Başûr li kêleka zimanê Erebî zimanê Kurdî jî fermî ye û got:
“Tevî qanûnan ji aliyê dezgeh û fermîbûnê de zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin, lê li ser malperên fermî yên Îraqê Kurdî nayê bikaranîn.
Niha li Başûrê Kurdistanê Soranî û Kurmanciya Badinî heye û ev yek pirsgirêk e ku gelek caran gel ji hev fêm nake. Ev yek bûye sedem ku li Hewler û derdorê wê zimanê Erebî di dadgehan de bê bikaranîn. Ji aliyê dadgehî ve du pergal li Başûr hene, yek ya derdorê Silêmaniyê, yek jî li derdora Hewlêrê dimeşe. Piştevaniya qanûnî ji bo Kurdî heye, lê hemû nivis û pirtûk bi hişmendiya Erebî, Tirkî û Farisî hatiye amadekirin. Lazim e Kurdî bibe zimanê desthilatdariyê ku Kurdî pêş bikeve.”
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.


