Di çarçoveya lêpirsîna Amedê de îro danê sibê li 21 bajaran polîsan bi ser malan de girtine. Di serdegirtina malan de şanoger jî hatine desteserkirin.
Sazî û komeleyên kurdî ji bo desteserkirina rojnameger, zimannas, şanoger, parezer û siyasetmedarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar pertek nîşan dane û xwestine demildest kesên desteserkirî û girtî bên azadkirin.
“Ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.”
Daxuyaniya saziyan ya hevpar weha ye:
“Îro serê sibehê li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên Kurd operasyoneke qirkirina siyasî hate kirin û ji 100î zêdetir kes hatine desteserkirin. Çawa ku ev cure operasyonên qirkirinê bi tu awayî bi ser neketine, berevajî wê yekê, têkoşîna gelê kurd a ji bo maf û azadiyê xurttir kiriye, ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.”
“Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ve ji bo maf û azadiya xwe tê dikoşe û di vê rêyê de bi berdêlên giran destkeftiyên giranbiha bi dest xistine. Lewma jî bi girtin, kuştin an jî çavtirsandinê nikarin van destkeftiyan ji destê gelê Kurd derxînin. Tevî hemû êriş, zext û kuştinên van salên dawî û salên borî gelê Kurd û saziyên gelê Kurd gavek jî ber bi paş ve neavêtiye û dê neavêjin jî. Ew ê xwedî li ax, ziman û hebûna xwe derkevin.”
“Armanc lawazxistina xebatên kurdî ye”
“Zext û êrişên ku sed sal e li ser gelê Kurd ji hêla dewletê ve tên meşandin, di wexta desthilatdariya AKP-MHPê de gihîştine lûtkeya xwe û ev desthilatdariya yekperest hemû siyaseta xwe li ser tunekirina gelê Kurd dimeşîne. Lê belê tevî hemû êrişên xwe yên faşîzan, ev desthilatdariya faşîst dê tu carî nekare bi van operasyonên qirkirinê bi ser bikeve.”
“Yek ji armancên van operasyonên qirkirinê bi lawazxistina xebatên zimanê kurdî pêşvetirbirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de her tim saziyên zimanê kurdî û mamosteyên zimanê kurdî tên hedefgirtin. Di vê operasyona qirkirinê de jî mamoste û kedkarên zimanê kurdî Rifat Ronî, Nesîb Gultekîn û Osman Çetînkaya hatine binçavkirin. Hemû rojnameger, hunermend, kedkarên zimanê kurdî û siyasetmedarên ku îro hatine desteserkirin û bi awayekî nehiqûqî û dijminane hatine girtin, hûn ê nekarin wan ji têkoşîna azadî û wekheviyê dûr bixin û ev têkoşîn dê van operasyonan pûç bike.”
Divê hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan”
Em careke din destnîşan dikin ku divê hemû girtî û binçavkiriyên siyasî demildest serbest bên berdan û dibêjin ku berdêl her çi dibe bila bibe, em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedin û em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.
Saziyên îmzeya wan li daxuyaniyê ne ev in:
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed
(AY)